Di 3’emîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Ji Zemînê de wê rewşa jinan bê nîqaşkirin
Komîteya Amadekar a Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Zemînê duh civînek çapemeniyê li dar xist û tê de bal kişand li ser xebatên konferansê.

NAZIHA BOUSSIDI
Tûnis – Jin li hemû deverên cîhanê rastî êrîşa zayendî, tundî, zext û cudakariya zayendî tên. Ji ber vê yekê gelek jin ji welatên cihê yên cîhanê duh li salona semînerê ya navenda Sendîkaya Rojnamevanên Tûnisî kom bûn, da ku li ser Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Ji Zemînê biaxivin.
Endama Komîteya Amadekar a koferansê Emîra Dileş diyar kir ku jinên ji zemîne ew jinên kedkar, têkoşer, gundî ne û wiha pê de çû: “Em jinên Filistînî jî ji bîr nekin ku êş û azarên wan bi kiryarên Îsraîl ên li ser wan zêde bûye.”
Endama komîteya amadekar a berpirsê çapemeniyê Emanî Ben Obêd da zanîn ku di dîrokê de konferans li Nepalê û piştre jî li Venezûelayê hatiye organîzekirin û balê dikişîne ser welatên ku jin tê de di bin zilmê de ne û wiha axivî: "Armanca me ji organîzekirina konferansa li Tûnisê ew e ku em hişyariya Tûnisiyan li ser girîngiya rûbirûbûna tundiya li ser jinan bilind bikin. Di konferansa ku wê di 4'ê vê Îlonê de dest pê bike, wê li ser rewşa jinên gundan û jinên kedkar û li ser rastiya jinên ciwan bal were kişandin."
“Hemu jinên cîhanê rastî heman zehmetiyan tên”
Seroka Sendîkaya Paqijkeran a li Holandayê Xedîce Heyatî got ku jin li hemû welatên cîhanê heman êş û azaran dikişînin û tûşî tundî û çewsandinê dibin û mûçeyên kêmtir werdigirin û ji ber vê yekê pêwîstiya wan bi tevgerên bi vî rengî heye da ku rewşa wan baştir bibe û wiha anî ziman: "Divê jin ji bêdengiya xwe derkevin, ji ber ku tenê ew dikarin rewşa xwe biguherînin û mafên xwe bi dest bixin. Jinên li deverên şer û pevçûnan ji yên din zêdetir êş û azarê dikişînin û pêwîstiya wan bi parêzvanî û îradeya guhertinê heye."
Wê 150 jin beşdarî konferansê bibin
Koordînatora konferansê ya welatên Ewropayê Halînka Oqîstan eşkere kir ku li gel jinên Tûnisî wê 150 jin beşdarî konferansê bibin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez hêvî dikim ku encamên konferansê ji bo berjewendiya beşê karkerên jin li her derê girîng be, ji ber ku rola wan di hemû qadan de girîng e, di heman demê de xwedî mafên têr nîn in."
"Têkoşîna jinên Rojava bûye navenda têkoşîna cîhanî ya azadî û demokrasiyê"
Di dawiya civîna çapemeniyê de Komîteya Amadekar a Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Ji Zemînê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Ji Zemînê li ber ronahiya rastiyeke trajîk ku hemû giraniya xwe dide ser çînên karker û bi taybetî jî li ser jinan, tê lidarxistin. Krîza aborî ya ku ji ber pandemiya Corona derketiye holê, bandor li karkerên jin û karkerên ku ji kar hatine derxistin, bêkarîya bi darê zorê, feqîrbûn û xerabûna hêza wan a kirînê kiriye. Şerê Ukraynayê û şerên berê yên Sûriyê û Yemenê, ku qurbaniyên yekem sivîl, jin û zarok bûnû ku di encamê wê de kirîza penaberan û hatina wan bo Ewropayê derket holê, hemû bandor li ser karkerên jin kir. Li herêma Ereban ku hîn jî nirx û exlaqên feodal ên baviksalarî serdest in û şert û mercên nebaş ên jinan kûrtir dikin.
Jin hîna jî weke aliyeke biçûk a civakî tê dîtin û hîn gelek adetên kevneşopî li ser wan têne ferzkirin. Tiştê ku jinên Ereb di qadên tengezariyê de jiyan kirin, çi di encama terorîzmê, dagîrkeriyê de, çi ji ber zilma rejîmên paşverû, mîna ya jinên li Sûriye û Iraqê piştî êrîş û revandina ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve da ku wan bikin kole û wan bi awayekî zayendî an jî weke mertalên mirovî bikar bînin. Jin li Tûnisê ji rastiya êrîşa zayendî, feqîrbûn û tundiyê ne dûr in. Jinên gundî bi mûçeyên kêm ku ne li gorî keda wan e kar dikin û em bûna em bûne şahidê mirina bi sedan jinên gundî di kamyonên mirinê de ku wan vediguhêzin cihên kar.
Li dijî emperyalîzmê têkoşînek rewşenbîrî
Tundiya li dijî jinan zêde bûye û car caran digihêje asta mirinê. Jin hê jî ji derfetên wekhev û mafên wekhev bêpar in. Bazirganiya jin û zarokan di van salên dawî de li cîhanê pir zêde bûye. Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Ji Zemînê li dijî van hemû meylên paşverû û li dijî şêwaza ramana baviksalarî û yên li pişt wan, li dijî emperyalîzmê û ji bo rizgariya li hemû cîhanê têkoşîneke rewşenbîrî dide meşandin. Ji bo jinên ji zemînê avakirina vê xeta têkoşînê kedeke dijwar bû, lê dîsa jî serkeftinên mezin bi dest xistin.
Semînera wan a Cîhanî ya Yekem a ji bo jinên ji zemînê li Caracas, Venezuela di 2011'an de pêk hat. Ji wê demê û vir ve jinên ji zemînê li hejmareke zêde ya welatan beşdarî organîzekirina sê rojên têkoşînê yên 8’ê Adarê, 1’ê Gulanê û 25’ê Mijdarê bûne ku di qada navneteweyî de bi hev ve girêdayî ne. Jinên ji zemînê fêrî şêwazên pevçûnan bûn û li ser geşedanên girîng ên siyasî û nîqaşên ku li her welatekî diqewimin de agahî dan hev. Her wiha li hemberî tundiya li hemberî jinan, li dijî şerên dijwar, li dijî karesatên hawirdorê, li dijî girtina kargehan û li dijî diziya axê, wan piştgirî dan hev.
“Rojava di têkoşîna li dijî kolonyalîzm û pergala baviksalariyê de bû model”
Di nava van hemû bûyeran de têkoşîna jinên Rojava û Kobanê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destekkirin, ku ev yek xwedî girîngiyeke taybet e, ji ber ku têkoşîna jinên Rojava bûye navenda têkoşîna cîhanî ya azadî û demokrasiyê. Rojava mînaka ronî ya ku mîlîtanên jin dikarin bi dest bixin û di têkoşîna li dijî kolonyalîzm, pêkhateyên paşverû û baviksalarî de bûye model. Tevgera jinan a ji zemînê xwe bi pêşxistiye. Her wiha fêr bûn ku çalakiyên xwe yên siyasî bi fînansekirina karê xwe ve girêbidin. Bi vî awayî ew dikarin bi awayekî serbixwe hemû çalakiyên xwe fînanse bikin û piştgiriya hev bikin û hemû ev kar li ser bingeha dilxwaziyê ye."