‘Dewleta Tirk siyaseta qirkirinê didomîne’

Meclîsa Civakî ya Ermen di salvegera 110’emîn a komkujiya Ermenan de qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn.

Hesekê – Meclîsa Civakî ya Ermen a bajarê Hesekê 110’emîn salvegera Komkujiya Ermenan ku Dewleta Osmanî di nava salên 1915-1917’an de pêk aniye, bi merasîmekê li hola Serdem bi bîr anî. Di merasîmê de bi dehan endamên saziyên leşkerî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û gelê Ermen amede bûn.  

Meclîsa Civakî ya Ermen di salvegera 110’emîn a komkujiya Ermenan de qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û diyar kir ku dewleta Tirk berdewama dîrok û siyaseta Dewleta Osmanî ye, sûcên qirkirinê li dijî Ermen, Suryan-Asûr-Kildan, Kurd û gelên herêmê hê jî didomînin

‘Divê sûcdarên komkujiyê werin cezakirin’

Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, find hatin vêxistin. Piştre Hevseroka Meclîsa Civaka Ermen a Giştî Arife Kassabiyan axivî. Arife diyar kir ku ev êş nayê jibîrkirin û wiha got: “Em soz didin malbat û şehîdên xwe ku emê berxwedana xwe xurttir bikin. Divê sûcdarên wê komkujiyê ji hêla rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û mafên mirovan ve bên cezakirin.”

Her wiha li ser navê Yekîtiya Jinên Ermen jî Sîlda Sîmonyan axivî. Sîlda hêviya xwe ya ji ber darizandina kiryaran anî ziman û wiha got: "Em bi îradeyek xurt peyama edalet û azadiyê hildigirin. Îro em bi gavên ji xwe bawer ber bi paşerojê ve pêş ve diçin, bi yekîtiya rêzên xwe û bi hêza îradeya xwe ya ji bo serketinê û vegerandina rûmetê dimeşin."

‘Emê bi têkoşîna xwe jiyanek azad bijîn ‘

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Gulê Mihemed jî da zanîn ku ewê bikaribin bi têkoşîna xwe bijîn û wiha berdewam kir: “Çawa me bi salan li ber xwe dan, niha jî em li ber xwe bidin. Em hebûn, em hene û emê hebin. Em îro, li vir salvegera biêş ku di ser gelê me yê Ermen re derbas bûye, bi bîr tînin. Gelê me yê Ermen bi destê Osmaniyan di hovanetirîn sûcên qetilkirin, koçberkirin û qirkirina etnîk re derbas bû. Dewleta Tirk a dagirker a îro jî, berdewama wan siyasetên qirkirin û înkarkirinê ye."

Merasîma biranînê bi pêşkêşkirina şanoya li ser komkujiya sala 1915'an û xwendina helbestan bidawî bû.