“Dewleta Tirk li ser axa me êrîşî me dike”
Jinên ciwan ên Ranya yê di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku bombardumana dewleta Tirk ziyanek mezin gihandine gundan.
TEWAR PÊNCEWÎN
Raperîn - Ev zêdeyî 8 mehane dewleta Tirk êrîşî herêmên Behdînan, Zap, Metîna û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê dikin. Navçe, gund û sînorên Başûrê Kurdistanê bombarduman dike û gelek caran jî dewleta Tirk di van êrîşan de çekên kimyayî bi kar anîn û ev êrîşa hîn jî berdewam dikin. Li gorî amarên Hêzên Parastina Gel (HPG) belav kirine dewleta Tirk zêdeyî 323 caran çekên Kimyayî bi kar anîne. Li gora rapora rêxistina tîma aştîparêzên Kiristiyan (SPT) girêdayî rewşa herêma Başûrê Kurdistanê di meha Tîrmehê de belavkirî di encama êrîşên dewleta Tirk ên pênc salan de 103 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest dane, 148 gund hatine valakirin, li ser 500 gund jî gefa valekirinê heye. Jinên ciwan ên Ranya di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de axivîn û dan zanîn ku dewleta Tirk xaka Kurdan bombabaran dike û dagir dike.
“Bêdengiya desthilatdariyê tê wateya hevkariyê”
Jina ciwan ya bi navê Hawjîn Mihemed a ji Ranyaye di derbarê êrîşên dewleta Tirk de wiha got: “Nexweşe dema ku mirov xwedî xak û sînor be, dewletek din were bombabaran bike. Yên desthilatdar hayî ji gel nine û xwe li beramberî van êrîşan bêdeng dikin, ger bêdeng nebûyan gel jî nedibûn qurbaniyên êrîşên dewleta Tirk. Divê de diyar dike ku hevpeymaniyek di navbera wan de heye. Ji ber êrîşên dewleta Tirk gundên me hemû hatin valekirin. Pêwîstiya me bi gundên me, berhemên me û lawirvanî heye, lê belê ji ber bombardumana dewleta Tirk gundên me tên vale kirin û ziyenek mezin digihe me hemûyan.”
“Eve xaka me Kurdane”
Jin ciwan ya bi navê Runaz Îsmail jî dibêje: “Xaka me bûye cihê êrîşan, ev jî ji bê berpirsyartiya hikumet herêmê tê, divê hikumeta herêmê li dijî vê yekê derbikeve û rê nede êraşan. Eve xaka me ye em Kurd têde jiyan dikin, em Kurdîn. Bombardumankirin ziyanek mezin dane gundan, wisan lê hatiye xelk ji tirsê bombardumanan de gund û çiyayên xwe vale dikin.”