“Dewleta Tirk dagirkeriya li Efrînê destpê kirî li Başûrê Kurdistanê didomîne”

Fewziya Ebdulkerîm li ser dagirkeriya dewleta Tirk a ser axa Başûrê Kurdistanê got: “Ji sala 2018’an ve dewleta dagirker ya Tirk zevî û baxçeyên Efrînê hemû talan kir û şewitand, darên wan birin û birin Tirkiyê. Niha çav berdane ser xaka Başûrê Kurdistanê û heman tiştê dubare dike. Hikumeta herêmê jî ji vê yekê re dengê xwe dernaxe û rêxweşiyê ji bo dagirkirina dewleta Tirk dike.”

Silêmanî - Operasyonên dewleta Tirk yên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistan berdewam dike, pîştî êrîşên li ser herêma Avaşîn, Zap û Metîna êrîşên xwe yên dagirkeriyê bi şêwazên cûda di domînin. Niha jî dest bi birîna daristanên Başûrê Kurdistanê kirine û hewl dide ku hemû xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Eve jî bûye sedemê nerazîbûnên mezin di navbera parlementer, rêxistinên civaka sivîl û gelê Başûrê Kurdistanê. 
Seroka rêxistina Gela û çalakvanên di aliyê Jînge de û endama Jingeha Silêmanî û Helepçe Fewziya Ebdulkerîm ji ajansa me re behsa birîna darên Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve dike û dibêje: “Ev talankirina ku dewleta Tirk dike karesateke, dewleta Tirk bi şewitandina zevî û birîna darên Başûr vê peyamê dide ku dibêje, ‘ez dikarim Başûr dagir bikim û kesek jî nikare dengê xwe derbixe.’ Dewleta Tirk beriya niha sînorên me bombabaran kir û ziyanek mezin gihand cotyar û daristanên me. Hêceta wan ew bû ji ber gerilayên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ê ye lê belê di encam de derket holê ku armanca wan dagirkirina xaka Başûrê Kurdistan û tunekirina xwezaya Kurdistanê ye.”
“Hikumet giringî nade xwezaya Kurdistanê”
Fewziya di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser kirinên dewleta Tirk da zanîn ku dewleta Tirk hewil dide ku gund, baxçe û daristanan tune bike û wiha got: “Çawa di salên 1970-1980’an de rejîma Baas li gundan şer dikir da ku bikarin xweza û çiyayên Kurdistanê bi ruxînin û tune bikin. Pîştî ruxandina rejîma Baas hêvîya Kurdan bi desthiladar û Kurdan hebû da ku jiyanek baştir û hêsantir ji bo wan ava bike, lê belê niha delweta Tirk heman tîştê dûbare dike û hikumeta herêma Kurdistanê bê denge û ne di ferqê deye ku wê xaka Kurdistanê ji dest derbikeve. Divê hikumeta herêmê ji bo vê yekê helwesta xwe bidaya nişandan, ne bi xwe alikariya wan bikira ji bo tunekirina welatê xwe. Hikumet giringiyê nade xwezaya Kurdistanê, ji ber vê jî cotyaran hêviya xwe ji çandiniyê qut kirine.” 
“Bêdengiya hikumetê rê li ber êrîşan vedike”
Fawziye da diyarkirin ku dewleta Tirkiye dixwaze ew tişta li Efrinê kirî niha li Başûrê Kurdistanê berdewam bike û wiha pêde çû: “Ger hikumet qasî 50 salan neft radestî dewleta Tirk kiriye û dahatuya wê ji nav birbe, rêxweşiya ji dewleta Tirk re dike da ku were xaka Başûr dagir bike. Dewleta Tirk dixwaze ew kareseta bi serê Efrînê de aniye li serê xaka Başûrê Kurdistanê jî bîne. Ez daxwaz dikim êdî hikumet ji bo dagirkeriya xaka Kurdistanê bê helwest nemîne, ji ber vê bê helwestiyê rê ji dewleta Tirk re xweş dike, weke Îranê wana jî çav berdane ser xaka Başûr û hewil didin dagir bikin.”