"Dewleta tirk bi êrîşan hewl dide hemû destkeftiyên şoreşê têk bibe"
Jinên nûçegihan ên ku bûne şahidên êrîşên dewleta tirk, dibêjin ku dewleta tirk herêman vala dike û sûcên herî qirêj der heqê sivîl û xwezayê de pêk tîne û dixwaze senaryoyên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî li herêmên din jî dubara bike û her wiha dagirkeriya xwe berfireh dike da ku împaratoriya xwe ya Osmanî paşve vegerîne.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Dewleta tirk û hevkarên xwe ve, ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve êrîşên xwe li Rojavayê Kurdistanê bênavber û bi hemû reng û şêwazên qirêj pêk tîne û şaxên dagirkirina xwe li her cihî berfireh dike di nav bêdengiyeke cîhanî de. Di encama van êrîşan de, gelek jin, zarok, pîr û kal hatin qetilkirin, tecawizkirin, îşkencekirin û di heman demê de neçar man ku koçber bibin her wiha mal, dibistan, nexweşxane û xwezayê zirarên pir mezin dîtin. Der barê vê mijarê de, nûçegihana Stêrk tv. Hêvîn Ehmed û xebatkara Aryen tv. Dûwa Sedo nirxandin kirin.
"Sivîlan û xwezayê zirarên herî mezin dîtin"
Nûçegihana Stêrk tv Hêvîn Ehmed da zanîn ku dewleta tirk dixwaze projeya Netewa Demokratîk tune bike û wiha got: “Dewleta tirk çawa ku dixwaze projeya neteweya demokratîk ji holê rake, dixwaze li tevahî kurdistanê siyaseta xwe ya qirêj bimeşîne. Êrîşên dewleta tirk ji 9'ê Cotmeha 2019'an heta roja îro li Rojavayê Kurdistanê bênavber berdewam dikin. Her wiha di vê meha dawî de êrîşên pir dijwar li dijî Eyn Îsa, Til Temir û gundewarên wê pêk hate û didomîne. Di encama van êrîşan de gelek sivîl hatin qetilkirin, birîndarkirin û malên wan hatin wêrankirin û nêçar man koçber bibin. Di heman demê de xwezaya van erdan gelek zirarên mezin dîtin. Hejmarek zêde ji dibistanan hatin wêrankirin û topbarankirin. Ev êrîşên hovane yên dewleta tirk li ber çavên hêzên Rusya û leşkerên hikûmeta Şamê pêk tên, lê bêdeng in û refleksek nîn e. Armanca dewleta tirk ji van êrîşan ew e ku çawa Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir kirin, dixwaze tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û senaryoya xwe berdewam bike. Cihên ku hatine dagirkirin dewleta tirk malbatên çeteyan li wan deran bi cih kiriye. Her wiha dewleta tirk di êrîşên xwe de hemû pêkhateyan armanc digre. Şerê taybet jî pêk tîne ku sînorê xwe li ber gelê Rojava vedike da ku gel ber bi welatê wan ve koçber bibe. Gelek mirovên me li ber sînor hatin îşkencekirin, revandin û qetilkirin."
"Dewleta tirk ragihandina azad, dixe hedef"
Hêvîn bal kişand ser stratejiyên dewleta tirk di tirsandine gel de û wiha pê de çû: "Di vê derê de ne tenê şerê leşkerî tê kirin, rojane em dibînin çawa keşif û balafirên dewleta tirk li ser asîman difirin û nahêlin ku gel bi aramî tevbigere. Her wiha hewl dide bi riya van balafiran kesên pêşeng û sivîlan ji xwe re bike hedef. Dewleta tirk naxwaza hovîtiya wê li ber çavên cîhanê were xuyakirin, ji bo vê yekê jî gelek caran ragihandina azad ji xwe re kiriye hedef. Di demên dawî de ekîba Stêrk tv. û Ronahî tv. rastî topbaranê hatin da ku rastiya wan a qirêj neyê ragihandin. Em derbasî nava gel bûn, me girêdaneke axê û hêzek di nav wan de dît û dibêjin ku em dev axa xwe bernadin. Jixwe kiryarên DAIŞ’ê û dewleta tirk ji hev ne cuda ne, di dema êrîşên DAIŞ’ê jî gel bi axa xwe ve girêdayî bû, car caran di dema topbaran û bombebaranê de berê xwe didin cihên ewle û paşê jî vedigerin malên xwe û herêmên xwe vala nakin, ji ber ku pêkhateyên herêmê bi neteweya demokratîk razî ne û tiştên ku tu hêzê nikaribû bide wan, bi şoreşa Rojava re dikaribûn mafê xwe bi dest bixin."
"Bi sedan mirov di encama êrîşên dewleta tirk de hatin qetilkirin"
Her wiha xebatkara Aryen tv. Dûwa Sedo der barê kiryarên dewleta tirk de nirxandin kir û got: “Dewleta tirk dixwaze projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a ku bûye mînak di cîhanê de, bi êrîşên xwe tune bike. Her wiha bi polîtîkayên qirêj dixwaze gelê resen koçber bike. Ji destpêka êrîşan û heta nihai bi sedan mirov hatin qetilkirin, tecawizkirin, îşkencekirin û koçberkirin. Ruxmê hemû êrîşan jî çavên gel vebûne û îradeya wan ji êrîşan xurtir e. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin loma gel dev ji axa xwe bernade. Em nema dizanin bangawaziya xwe li kê bikin. Tenê em ji dewletên navneteweyî û saziyên mafên mirovan re dibêjin çi sûcê zarokan heye ku tên qetilkirin. Tevahî welatên li cîhanê li hemberî sûcên dewleta tirk bêdeng in û hevkariya wan dikin. Em berxwedana gel li hemberî êrîşên dewleta tirk pîroz dibînin û dibêjin serkeftin a me ye û em ê her li ser şopa şehîdan û gelê xwe bin. Dewleta tirk li her deverê planên qirêj çêdike û dagirkeriya xwe berfireh dike, heta gihîştiye, Başur, Lîbya, Afganstanê da ku împaratoriya Osmaniyan vegerîne. Em dixwazin gel bibin yek û li dijî êrîşan yekitiya xwe biparêzin. Bi berxwedan û têkoşîna gelê me wê Erdogan û çeteyên wî têk biçin."