Dewleta Îranê gef li xwendekarên zanîngehê xwar

Wezareta Zanistî ya Îranê gefa girtina hin mafên xwendekarên ku li zanîngehan li gorî “qanûna cilûbergê” tevnagerin, xwar.

Dewleta Îranê gef li xwendekarên zanîngehê xwar

Navenda Nûçeyan – Wezareta Zanista Îranê piştî vekirina zanîngehan û destpêkirina dersan piştî Newrozê bi daxuyaniyeke nivîskî gef li xwendekaran xwar. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hemû zanîngeh û navendên xwendina bilind ên girêdayî Wezareta Zanistê ji bo xwendekarên ku li dijî çewisandina serpêçayî û qapûtê dirêj in, perwerde, alîkariya civakî û xizmetên razanê nayên dayîn.