Destdirêjiya melayê li Pasûrê bi qeyda deng eşkere bû

Hat diyarkirin ku li Pasûrê melayê bi navê Mehmet Latîf Yeprem bi awayê sîstematîk destdirêjî li zarokek kiriye û gefê xê xwariye.

Amed – Li gorî agahiyan li taxeke Pasûra Amedê zarokek ji aliyê melayê gund ve rastî êrîşa zayendî hatiye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) bûyer dema ku mehra fermî ya zarok bi polîsê ku li Stenbolê peywirdar e re dihat birîn derketiye holê.

Qeyda deng

Li gorî qeyda deng a ku gelek şêniyên taxê li ser WhatsAppê parve kirin, zarok dibêje ku polîs beriya zewacê lêkolîn kiriye û gihîştiye peyamên berê. Zarok dibêje; “Min nedixwest, te bi zorê kir. Ez biçûk im kes ji min bawer nake.” Her wiha dibêje ku dibe were kuştin.

Kiryar: Ger mijarê negire ew ê bimre

Kiryarê ku pirsa “Navê min çawa dizane" dike jî ji aliyekî ve bûyerê înkar dike, ji aliyekî ve jî destdirêjiyê meşrû dike. Kiryarê ku di qeyda deng de pirs dike dibêje polîs qet testek kiriye yan na, dibêje; “Jê re bibêje ger devê xwe negire dê bimre” û gefan lê dixwe.

Piştî ku qeyda deng belav bû, mela bi hinek kesên li taxê re hevdîtin kir, îdia kir ku “îftira” lê hatiye kirin. Kiryarê ku her dem navê xweda got, ji bo ku rastiyê veşêre gelek tiştan got.

Di çalakiyên AKP’ê de cih digre

Hat diyarkirin ku mela bi nêzikahiya xwe ya AKP'ê tê zanîn. Her dem tevlî çalakiyên AKP’ê dibe. Ji 10 salan zêdetir e jî li taxê mela ye û li taxa ku lê mela ye, zêdetirî şêniyên wê cerdevan in.