‘Der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd de em bi fikar in’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in li Girava Îmralîyê di bin şert û mercên girankirî de tê girtin û 20 meh in tu agahî jê nayê girtin.
NÛPELDA DENÎZ
Mexmûr- Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Bi qasî 20 mehan e tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd û girtiyên gel wî nayê girtin. Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 20-29’ê Îlonê de hat serdana Tirkiyeyê û der barê serdanê de di 3’ê Cotmehê de daxuyaniyek da û got ‘me serdana girtîgeha Îmraliyê kiriye û bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kiriye.’ Lê Buroya Hiquqê ya Sedsalê di 29’ Mijdarê de gotibu: “CPT, di Îlona 2022’an de çûye girava Îmraliyê lê di agahiyên me girtin de diyar bû ku Rêberê Gelê Kurd hevdîtina bi CPT re red kiriye. Li ser vê daxuyaniyê fikar zêde dibin.
Hevberdevka Qada Perwerdeyê ya wargeha penaberan a Mexmûrê Bêrîvan Kaya der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd û rewşa wî ya bi fikar de ji ajansa me re axivî.
Bêrîvan Kaya diyar kir ku der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd de ew bi fikar in û wiha got: “Wek tê zanîn ev demeke dirêj e di tu aliyan de hevdîtin bi Rêber APO re pêk nayê, ne di aliyê hiqûqî de dikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, ne jî dikare bi awayekî mirovî weke mafekî herî xwezayî yê hemû girtiyan li gel malbata xwe hevdîtin pêk bîne. Ev demeke dirêj e der barê rewşa Rêberê Gelê Kurd û ji tendurustiya wî de agahî nayên girtin, ev jî dibe sedem ku bi gelê Kurd re fikarên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd zêdetir bibin.”
‘Divê em helwesta Rêber APO ya li hemberî CPT fam bikin’
Bêrîvan Kaya der barê helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li hemberî CPT’yê de nêrînên xwe anî ziman û got: “Herî dawî di meha Îlonê de dema ku CPT diçe serdana girtîgeha Îmraliyê qaşo ku li zindanê çavdêrî bikin û bi belge bê pêşkêşkirin. Li vê derê Rêber APO weke helwest hevdîtinê bi CPT re nekir. Bêguman ev ne tiştek e ku em ji rêzê bigrin dest, divê em helwesta Rêber APO ya li hemberî CPT fêm bikin. Ji ber vê çendê helwesta ku nîşan daye weke ku bêje, ‘ez zagonên we yên kêfî, kiryarên we yên li hemberî me tên pêkanîn napejirînim. Divê em vê helwesta Rêber APO bi awayek rast fam bikin. Li gel wî têkoşîna xwe hîn xurtir bikin û helwesta xwe li gel Rêber APO bikin yek, ger me vê helwestê fam kir bêguman em ê bikarin van lîstokên wan vala derxin.”
‘CPT parçeyek ji lîstika tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiyê ye’
Bêrîvan Kaya di dawiya axaftina xwe de cardin bang li CPT kir ku rewşa Rêberê Gelê Kurd zelal bikin û wiha got: “Hemû kiryarên ku niha li zindana Îmraliyê tên pêkanîn hemû sûcên dermirovî ne. Hemû jî li gorî kiryarên kêfî, kengî bixwazin li gorî van kiryarên xwe cezayê disiplînê li ser hev li Rêber APO dibirin. Em di vî alî de bi guman in, bi kiryarên CPT, rapora CPT ya ku daye jî ne têrker û ne zelal e. Ji ber ku ev kiryarên niha li Îmraliyê tên kirin, tiştek weke bi belge kirî bi awayekî ku em bibêjin bê alî hatiye gotin, bêguman nehatiye gotin. Em dibêjin di vî alî de CPT divê bê alîbûna xwe diyar bike, weke heyeteke serbixwe ku hemu alî tê de cih bigrin, çavdêriyeke nu li zindana Îmraliye bidin pêkanîn. Careke din serlêdan li Îmraliyê bike û rewşa Rêber APO bi awayekî zelal, bi helwestekî ku ne dibin bandora dewleta Tirk de bikare çavdêriyên xwe li wê derê bibêje û mafê Rêber APO yê ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike, mafê ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike bide. Bêguman ger neyê pêkanîn wê demê di vê derê de dîsa îsbat dibe ku CPT parçeyekê vê lîstoka tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd e.”