Der barê 9 rojnamegeran de biryara girtinê hat dayîn
9 rojnamegerên ku di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê de hatibûn binçavkirin, bi hinceta nûçeyên çêkirine û parvekirinên xwe yên medyaya civakî hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê zextên li ser rojnamegerên muxalif bi destên darazê berdewam dikin. Di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê de gerînendeya weşanê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînli, Emrullah Acar û nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren Deger û Mehmet Gunhan ê ku li ofîsa Enqereyê ya MA’yê demekê stajyerî kiribû hatin binçavkirin. Rojnamegerên 4 rojan di bin çavan de hatin girtin, duh sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin. Karûbarên îfadegirtina rojnamegeran heta derengiya şevê berdewam kir.
Ger û geşta wan bû hinceta sûc
Nûçeyên ku rojnamegeran çêkirine, parvekirinên wan ên medyaya divakî û ger û geşta wan hemû bûn hinceta sûcdariyê.
Dozger piştî 5 saetan biryar da û rojnameger Dîren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar û nûçegihanên JINEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kir.
Mehmet Gunhan ê ku demekê di MA’yê de stajyerî kiribû jî bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin.
9 rojnameger hatin girtin
Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA'yê Bêrîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Oznûr Deger, piştî ku derxistin dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Mehmet Gunhan jî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat hat berdan.
Malbat û rojnamegerên li ber edliyeyê sekinîbûn jî bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û bi çepikan biryara girtina rojnamegeran şermezar kirin.