Dayikên Qamişloyê li dijî helwesta PDK’ê daxuyanî dan
Dayikên şehîdan ên bajarê Qamişlo helwesta PDK’ê ya alîkariya dewleta tirk dike ku êrîşî herêmên Kurdan bike bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Qamişlo- Ev demek dewleta tirk dîsa gefên êrîşa li ser herêmên Başûrê Kurdistanê dewam dike. PDK jî hevalbendiya wan dike û di nava pilanên wan ê qirê de cîh digire. Bi armanca şermezarkirina kiryarên PDK’ê dayikên şehîdan ên bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriye li Goristana Delîl Saroxan daxuyanî dan û helwestên xwe dane nişandan. Dayikan di daxuyanî de ala Meclisa Malbatên Şehîda hildan. Piştî deqeyek rêzigrtinê, dayikan daxuyanî da.
“Dengê me bi têkoşîna zarokên me bilind dibe”
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Vînda Hacî ve hate xwendi wiha ye: “Em heya niha li qadan e û dengê me bi têkoşna zarokên me bilind dibe. Heya niha em dixwazin herêma Başûrê Kurdistanê cenazeyên zarokên me yên di kemîna Xelîfanê de şehîd bûne bidin me, lê heya niha tu kes hesab ji wan ne xwestiye û tu bertekên cidî ne hatina dayin. Zarokên me ji bo doza azadiya Gelê Kurd çûne çiyayên azad û têkoşîneke xurt ji bo vîn û mafê gelê xwe dane meşandin. Rojekê me sînorên kurdan perçe dikin nasnekiriye, sînorên ku xwediyên bercewendiyên qirêj li ser axa me dane xêzkirin. Her kes dizane şervanên azadiyê tu carî tu xeterî li ser tu gelan ne dane çêkrin û rojekê tu xeterî li ser Başûrê Kurdistanê jî çênekirine û tehdîd nekiriye, lê belê zarokên me bi hemû îrade û hêza xwe li ber xwe didin. Pêwîste hikûmeta Başûrê Kurdistanê destê xwe ji alîkariya dewleta tirk bikşîne û li doza gelê xwe hew îxanetê bike. Ji ber dewleta tirk yekemîn dijminatiyê bi kurdan re dike. ji bo em nebin koleyên siyasetên qirêj pêwîste em destê xwe bidin hev û parastina axa xwe bikin. Rûmeta me di axa me deye.”
Daxuynî bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.