Şirnex- Li Cizîra Botan di 14’ê Kanûna 2016'an de piştî ku derketina derve hatibû qedexekirin û 79 roj domiyabû, 177 kesên birîndar ku xwe spartibûn jêrzemînan di nav de, bi giştî 288 kes hatibûn kuştin.
117 kes hatin şewitandin
Li saloneke li taxa Nûr a Cizîrê ji bo kesên di jêrzemînan de hatin şewitandin merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di wan jêrzemînan de hem gelek ciwan hem jî endamên partiya siyasî û nûnerên saziyên civakî jî di nav de bi dehan kes hatin kuştin.
‘Duh Cizîr bû îro Rojava ye’
Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de rêvebera MEBYA-DER’ê Esmer Çikmaz a ku keç û kurek wê di wê demê de hatibûn kuştin axivî û got ku ew ê bîranîna zarokên xwe bidin jiyîn.
Esmer Çikmaz wiha got: “Em komkujiyê şermezar dikin. Beriya 10 salan komkujiyên ku li Cizîrê çêbûn, îro li Rojava tên kirin. Em van komkujiyan şermezar dikin.”
‘Heta ku kujer neyên cezakirin em ê nesekinin’
Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku beriya 10 salan dewletê bi komkujiyan bersiva daxwaza Kurdan ji bo rêveberiya xweser daye û wiha got: “Em ê ji bo kesên di jêrzemînan de hatin kuştin dest ji lêgerîna edaletê bernedin. Heta ku kujer hesab nedin em ê nesekinin. Gelê Kurd dê tu carî vê komkujiyê ji bîr neke.”
Dayîka Orhan û Mehmet Tûnc ên di komkujiyê de li jêrzemînan hatin kuştin, Esmer Tunç jî got ku ew xwedî li mîrasa wan a têkoşînê derketine.
Di dawiyê de ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn mewlid hat xwendin.




