Dayikên Aştiyê qetilkirina Narînê û êrîşên li ser Mexmûrê şermezar kirin

Dayikên Aştiyê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn-Şehbayê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser kampa Mexmûrê û qetilkirina zaroka biçûk Narîn Guran a li bajarê Amedê şermezar kirin.

Şehba- Dayikên Aştiyê û Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina qetilkirina zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî li bajarê Amedê û êrîşa li ser Mexmûrê daxuyanî dan. Daxuyanî li wargeha koçberên Efrînê ya Berxwedan a navçeya Fafîna Şehbayê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star û meclis û saziyên kampê amade bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hildan.

Daxuyanî ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan Efrîn-Şehbayê Sîdra Hemo ve hat xwendin.

Sîdra Hemo bal kişand ser qetilkirina Narîn Guran û êrîşên li ser Mexmûrê û wiha got: "Dewleta Tirk sûcên herî hovane li hemberî hemû nirx, bîr û baweriyên mirovî didomîne. Bûyera Narîn Guran a 8 salî li gundekî girêdayî bajarê Amedê yek ji wan sûcan e. Her wiha êrîşê Dayikên Aştiyên yên Mexmûrê dike. Ev sûcên ku faşîzma Tirk li dijî jinên Kurd dike nîşan dide."

‘Hovîtiya li dijî zarokan derbe û destdirêjiya li ser nirxên mirovahiyê ye’

Di dawiya daxuyaniyê de Sîdra Hemo ji bo rawestandina kiryarên dagirkeriyê bang kir û got: "Em Dayikên Aştiyê û Meclisa Malbatên Şehîdan Efrîn-Şehbayê hemû sûcên li hemberî zarokan pêk hatine şermezar dikin û tekez dikin ku ev sûc ne ol û ne jî wijdanê mirovahiyê qebûl dikin. Her wiha em bang li gelê Kurd û hemû gelên herêmê dikin ku dakevin kolanan ji bo redkirina van destdirêjiyên li ser nirxên mirovahiyê. Hovîtiya ku li dijî Narîn Guran hatiye kirin weke derbe û destdirêjiya li ser nirxên mirovahiyê ye. Di heman demê de destdirêjiya li ser bedena jinan û civakê ye. Helwesta gelê Amedê ya li hemberî kiryarên qirêj ên dewleta Tirk divê bidome."