Dayikên Aştiyê: Divê her kes rabe ser piyan

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê li hemberî çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li dijî HGP’ê bi kar tîne bertek nîşan dan û gotin, “Çekên kîmyewî exlaqî ne, ne rewa ne. Em vê yekê şermezar dikin û qebûl nakin. Divê her kes li dijî vê derkeve.”

Amed – Li dijî çekên kîmyewî yên ku Tirkiye li Herêma Federal a Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê li dijî HGP’ê bikar anî, ji Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê bertek hat. Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî mijarê li avahiya xwe daxuyaniyek dan û diyar kirin ku tiştê tê kirin zilm e û divê tu kes vê zilmê qebûl neke. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Denîz daxuyaniyek da û êrîşa kîmyewî şermezar kir.

“Xew neket çavên me”

Emîne Denîz, di destpêka axaftina xwe de bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir û got: “Li tu welatan çekên kîmyewî nayê bikaranîn. Lê belê li Tirkiye bikartîne. Ma qey kîmyewî bi tenê li ser kurdan ne qedexeye? Lewra jî em bikaranîna çekên kîmyewî şermezar dikin û divê demildest dawî vê tiştê bê. Her wiha em bêdengiya Ewropayê jî bêdeng şermezar dikin. Ji ber ku çekên kîmyewî tê bikaranîn kezeba me dayîkan dişewite. Piştî ku em wan dîmenan nêrîn şûnde xew neket çavên me. Ev tişt di mirovahî, ol û nîjadan de tuneye. Tu kes vê zilmê qebûl nake.”

“Bi piştgiriya Barzanî îro zarokên kurdan tên kuştin”

Emîne, da zanîn ku divê Mesût Barzanî dawî li van komkujiyê bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi piştgiriya Barzanî îro zarokên kurdan tên kuştin. Barzanî jî hevkarê vê komkujiyê re û em şermezar dikin. Em wê şermezar dikin. Me gelek caran jê daxwaz kir ku ji vê rêyê vegere. Lê belê ew mirovahiyê para xwe nestandiye. Barzanî ne kurd e. Ger ku kurd bûya dê hevkarê vê şerê nekiriya. Banga me ji hemû kesan ew e ku li dijî vê çekên kîmyewî derbikevin. Bikaranîna çekên kîmyewî ne ehlaqî û ne jî qanûniye.”