Dayîkên Şemiyê li Qada Galatasarayê ne
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1065’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev, aqûbeta Mehemet Ertak ê hatiye windakirin pirsîn.

Stenbol – Dayikên/Mirovên Şemiyê ku her hefete ji bo pirsîna aqûbeta kes û karên xwe yên dibin çavan de hatin windakirin û qetilkirin û daxwaza darizandina kiryaran her hefte li Qada Galatasarayê tên ba hev. Dayîkên Şemiyê vê hefteyê çalakiya xwe hefteya 1065'emîn li darxist. Dayîkên Şemiyê ku bi qûrnafîl û wêneyê xizmên xwe yên dibin çavan de hatin widakirin, li Qada Galatasaryê hatin ba hev. Vê hefteyê ji bo Mehemet Ertak ku ev 33 sale aqûbeta wî nayê zanîn daxwaza edaletê kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê xizma windayan Masîde Ocak ve hate xwendin.
‘Enceq heta edalet pêkwere...’
Masîde Ocak da zanîn ku li Tirkiye serwernebûna hiqûqê, di civakê de valetiya edaletê ava kiriye û destnîşan kir ku kewandina birînan enceq bi pêkanîna edaletê gengaz dibe û wiha got: “Di hefteya meya 1065’an de, AÎHM belgeyên heye têr dît û bi hevdegiyê biryar mahkumyetê da. Lê belê bi dosyaya Mehmet Ertak a bê encam hêlaye em li pêşberî wene. Mehmet Ertak yê 32 salî û bavê çar zarokan, bi malbata xwe re li gundê Rezûka Şirnexê dijiya. Mehmet Ertak li Şirnexê di kana komirê de kar dikir. Mehmet Ertak berê du caran hat binçavkirin û di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên giran hat. Erak sê xizmên xwe li heman cihî dixebitîn di 18’ê Tebaxa 1992’an ji kar vedigeriyan malê.
Hate binçavkirin
Wesayîta ku tê de bûn ji aliye polîsan ve bi cil û bergên fermî ve li xala kontrolê ya mala hemşîreyan hate sekinandin. Piştî kontrola nasnameya Mehmet Ertak binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê. Girtek hatin girtin ku li vêderê hatiye binçavkirin. Lê belê ji malbata wî ku serî li emniyetê dabûn re gotin nehatiye binçavkirin. Bav Îsmaîl Ertak li ser vê yekê serî li dozgeriyê da. Sê kesan piştrast kir ku Mehmet Ertak hatiye binçavkirin, şeş kesan piştîrastkir ku îşkence lê hatiye kirin. Bûyer bi pêşnûpirsê birin rojeva meclîsê. Lê belê malbat rûxmê hemû şahid, belge û delîlan di her serlêdanê de rastî înkarê hatin.”
Tevî îtirafên Murat Îpek
Masîde Ocak da zanîn ku serlêdanên malbatê tevî ku di sala 1997’an de personelê JÎTEMÊ Murat Îpek li xwe mukir hatiye ku Mehmet Ertak bi fermana Midurê Emniyeta Şirnexê Necatî Altuntaş û Midurê Şaxa Têkoşîna Dijî Tororê Mehmet Kaplan ve qetilkirine û veşartine û hemû înfaz di wê demê de bi agahiya waliyê OHALÊ Unal Erkan hatiye pêkanî bê encam mane û wiha got: “Li hember hemû gef û zextan serlêdana AÎHM kirin. AÎHM hikum kir ku belgeyên hene îsbat dike ku Mehmet Ertak dibin çavan de hatiye qetilkirin û biryar da ku berpirsên mirina Mehmet Ertak hikumete, ev jî erkdarên dewletê bûye sedem, bi hevdeng Tirkiye mehkum kir ku mafê jiyanê binpê kiriye. Di sala 32’yemîn a windakirina Mehmet Ertak de em carek din bang li meqamên edlî û siyasî dikin ku erkê xwe bicih bînin. Di dosaya Mehmet Ertak da dawî li înkar û bêcezatiyê bînin. Biryara AÎHM’ê pêkbînin. Erka xwe ya lêpirsîn û derxistinê bi cih binînin. Çend sal derbas bibe, bila derbas bibe em dest ji daxwaza edaletê ya ji bo hemû windayên me û Tahîr Elçî bernadin. Em ê hertim bi bîr bixin ku divê dewlet li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
‘Yê aştiyê dixwazin dimirin’
Piştre nameya malbata Mehmet Ertak şandî hate xwendin. Di nameyê de ev tişt hate gotin: “Li wî welatî ji bo aştî çêbibe mirov dimirin. Gelek navên wek te divê rêyê de tune hatin hesibandin. Lê belê aştî ne bi bêdengî, bi axaftinê tê. Hatina edaletê derneg bikeve û dengê me were qutkirin... em ê dest ji şopandina rêya te bernedin.”
Piştre qûrnefîl danîn qada dibin dorpêçê de.