Dayîkên Şemiyê: Li gor biryara destûra bingehîn tevbigerin

Polîsan êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 949'an kir. Dayikên Şemiyê der barê binçavkirina 13 kesan de civîna çapemeniyê li darxistin.

Navenda Nûçayan- Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 949’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe bidomînin. Tevî ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ‘binpêkirinê’ daye jî lê polîsan ev çalakî mudaxele kir û di encama êrîşa polîsan de li Meydana Galatasaray 13 kes hatin binçavkirin. 

Şubeya Stenbolê ya Komeleya Mafê mirovan (ÎHD) der barê kesên hatin binçavkirin de civîna çapemeniyê li darxistin. Di civinê de bal hat kişandin ku  li ser bejdariya xizmê Îbrahîm Çelîk yê ku ji aliyê Hizbulahê ve hatî qetilkirin Feryal Çelîk û diyarkirin ku ev bi salane ji bo gora Îbrahîm Çelîk têkoşîn tê meşandin û bertek nîşanî ketina Hizbûlahê ya Meclîsê dan.

‘Hiqûq tune tê hesibandin’

Di civînê de Masîde Ocak ji ber mudaxeleya Polîsan metna çapemeniyê nexwendî xwend û diyarkir ku desthilatdar hiqûqê tune di hesibîne û hewil dide wan bêdeng bike û got ku tu belegeyek wan ya diyar nebû hatine astengkirin û got: “Ji ber vê dengê me, cihê sozên me ketina meya Galatasaray asteng dikin. Dadgeha destûra bingehîn van astengiyan weke binpêkirina mafan, hikumkirin ku binpêkirin û encamên wê ji holê rakin. Lê belê waliyê Stenbolê Ali Yerlîkaya, qeymiqamê Beyoglu Mustafa Demirel  ku weke nunerê serokkomar erk dike. Destûra bingehîn tune di hesibînin. Ev 8 heftiye bê belgeyek diyar em tên stengikirin û binçavkirin.”

Masîde Ocak da zanîn ku wê di meydana Galatasaray de israra bikin û got: “Di hefteya me ya 949’an de em cardin bang dikin desthilat li gora biryara destûra bingehîn û dadgeha destûra bingehîn tevger bike.”

Piştî axaftinan hat xwestin ku kesên  hatine binçavkirin werin berdan û dorpêça li Meydana Galatasaray rakin.