Dayîkên Şemiyê li aqubeta Hayredîn Eren hat pirsîn

Dayikên Şemiyê, îro bi çalakiya wwe careke din li aqûbeta Hayredîn Eren ê ku 42 sal berê winda bû pirsîn. Hat diyarkirin ku malbat ji wê salê ve heta niha li Hayredîn Eren û edaletê digere.

Stenbol- Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza darizandina faîlan di hefteya 921’emîn çalakiya xwe li ser înternetê lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hayrettîn Eren ê di 21'ê Mijdara 1980'an de li Stenbolê hat binçavkirin û 42 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn. Xwarziya Hayredîn Eren, Setenay Yarici daxuyanî da. 

Li dijî gefên kuştinê demeke dirêj bêdeng man’

Setenay Yarici bi şermezarkirina teqîna li Cadeya Îstîklalê dest bi axaftina xwe kir û got: "Hemû rayedar di serî de Walîtiya Stenbolê û Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, li dijî gefên kuştinê yên li Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û parêzer Jiyan Tosun, demeke dirêj bêdeng man. Wezîrê Dadê 3 rojan bêdeng ma. Me berê jî ev bêdengiya ku êrîşkaran teşwîq kir dît û em vê dizanin. Em kesên ku îro bêdeng in hişyar dikin, heke tiştek bi hevalên me bibe, ew ê ji êrîşek li dijî parêzvanên mafên mirovan bên kirin, berpirsyar bin.”

‘42 sal in hemû hewldan bêencam man’

Setenay Yarici diyar kir ku xalê wê Eren bi hevalê xwe re li Saraçhaneya navçeya Fatîha Stenbolê hat binçavkirin û ji aliyê polîsan ve ewil wî birine Karagumrukê, piştre jî birine Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeya Stenbolê. Yarici anî ziman ku piştî xalê wê Eren hatiye binçavkirin malbata wî çûye midûriyeta polîsan lê polîsan bersiva 'Kurê we ne li vir e' dane û diyar kir ku malbata wî wesayîda ku Eren diajot li midûriyeta polîsan dîtine.

Setenay Yarici da zanîn ku 42 sal in hemû hewldanên ji bo dîtina xalê wê hatin dayîn bêencam mane û ew ê têkoşîna bavê wî Kemaledîn û dayika wî Elmas Eren ku kurê xwe Hayredîn nedîtin bidomînin. 

Îkbal Eren: Kiryar tên parastin

Xwişka Hayredîn Eren, Îkbal Eren jî destnîşan kir ku 42 sal in ji bo birayê xwe cihek ku serî lê nedabin nemaye û 42 sal in tiştek nehatiye kirin, dewlet jî bi vê bêdengiyê sûcê xwe qebûl dike û got: “Her ku dewlet kujeran biparêze wê şirîkê vî sûcî be.” Îkbal Eren anî ziman her mirî xwedî gorek in û ew dixwazin winda bên dîtin û faîl bên darizandin.