Dayîkên Şemiyê ji bo Mecîd Baskin çalakî pêk anîn
Dayîkên Şemiyê di hefteya xwe ya 1124’an de ji bo ku kiryarên Mecîd Baskin ku hate kuştin bên dîtin, çalakiyek pêk anîn.
Navenda Nûçeyan – Dayîkên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1124’emîn de li Qada Galatasaraya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayîkên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’a Stenbolê, Dayîkên Aştiyê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de kujerên Mecît Baskin ê ku di sala 1993yan de li Enqereyê hatibû binçavkirin û kuştin, pirsîn.
‘Malbat ji bo rastiyê derxe holê bi salan têkoşiya’
Metna daxuyaniyê ji aliyê Mirova Şemiyê Sebla Arcan ve hate xwendin. Sebla Arcan anî ziman ku îro ew dosyeya Mecît Baskin parve dikin û wiha got: “Dosyeya Mecît Baskin polîtîkayên bêcezahiştinê eşkere dike. Çiqas delîl û îtîraf hebin jî dosye bipêş neket. Mecît Baskin, 42 salî û bavê 3 zarokan bû. Di 30’ê Îlona 1993’yan de li Enqereyê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Lê binçavkirin nehate qebûlkirin. Piştî 3 rojan di 3’yê Cotmehê de cenazeyê wî li navçeya Golbaşiyê hate dîtin. Bi çekê hatibû kuştin. Malbat ji bo rastiyê derxe holê bi salan têkoşiya. Lê lêpirsîn bi awayekî xurt nehat birêvebirin. Piştî 18 salan polîsê berê Ayhan Çarkin ê îtirafkar diyar kir ku Mecît Baskin bi daxwaza Îbrahîm Şahîn, ji aliyê polîs Ziya Bandirmalioglû û Ayhan Akça ve hatiye kuştin. Di sala 2014’an de Dadgeha Cezaya Giran a 12’emîn a Enqereyê derbarê Mehmet Agir, İbrahim Şahîn û Korkût Eken ji di nav de li 19 kesan doz vekir. Lê tevî îtîrafiyan jî di sala 2019’an de dadgehê ji bo hemû bersûcan biryara beraetê da. Bi îtîraza malbatê biryar hate xirakirin lê di sala 2024an de dîsa biryara beraetê hate dayîn. Em dibêjin êdî bes e. Bila dawî li polîtîkayên bêcazehiştinê bînin.”
Heta ku heqîqet derkeve holê em ê têbikoşin
Paşê keça Mecît Baskin, Melek Baskin axivî. Wê jî diyar kir ku 50 sal jî derbas bibe ew ê têbikoşin û got: “Heta ku heqîqet derkeve holê em ê têbikoşin û edaletê bixwazin. Li nava Enqereyê bavê min hate binçavkirin. Em dev ji vê dozê bernadin.”
Çalakî bi danîna qerenfîlan a li Qada Galatasarayê bi dawî bû.