Dayîkên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1701’an de li aqûbeta Tûrgût Yenîsoy ku di binçavan hat windakirin pirsîn û gotin: “Çend sal derbas bibe jî, ji bo hemû windayan em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin.”

Stenbol – Dayîkên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê tên ba hev, bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û hatine kuştin bipirsin û sûcdar bên darizandin, çalakiya xwe ya hefteya 1701’an li darxist. Dayîkên Şemiyê bi qûrnefîl û wêneyên xizmên xwe yên dibin çavan de windakirin li qada Galatasarayê kom bûn.

Dayîkên Şemiyê vê hefteyê ji bo Tûrgût Yenîsoy ku 31 sal berê li mala xwe bi Torosên spî hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, daxwaza edaletê kirin.

Gefa îşkence û mirinê

Parêzer Ummuhan Kaya daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku Tûrgût Yenîsoy li navçeya Bismil a Amedê dikandar bûye û ji aliyê JÎTEM'ê ve rastî zext û tundiya dijwar hatiye. Ummuhan Kaya da zanîn ku di wê demê de, dikana Tûrgût Yenîsoy hatiye şewitandin û ew bi zorê gelek caran hatiye binçavkirin û anî ziman ku ew gelek caran rastî îşkence û gefên kuştinê hatiye. 

Ummuhan Kaya wiha got: “Di 4'ê Cotmeha 1994'an de, li derdora saet 22:30' an, serheng Ahmet, Recep û Suleyman ji Alaya Komando ya Bismilê avêtin ser mala malbata Yenisoy. Wan hewl da ku Tûrgût bibin bêyî ku bihêlin ew cil û pêlavên xwe li xwe bike. Nezrife Yenisoy, dayîka ku hewl da kurê xwe biparêze, wê demê rastî lêdanekê hat. Jê re hat gotin ku Tûrgût dê li qereqola polîsan were lêpirsînkirin û bi otomobîlek Toros a spî ji malê hat dûrxistin.

Malbatê ev kes nas dikirin ji ber ku wan gelek caran serdegirtina mala wan kiribûn û dizanibûn ku wan Tûrgût bi kuştinê tehdît kiribûn. Cîranên ku ji qîrîna hevjîna wî û dayîka wî şiyar bûn, jî şahidê bûyerê bûn. Endamên malbatê rêça wesayîta ku Tûrgût Yenisoy tê de bû şopandin û dîtin ku ew pêşî li ber Girtîgeha Tîpa E ya Bismilê, li nêzîkî mala wan, rawestiya ye û dû re ber bi aliyekî din ve çûye.”

‘Em ê dest ji daxwaza edaletê bernedin’

Ummuhan Kaya wiha domand: “Roja din, dayîk Nezrife Yenisoy tavilê çû Serdozgeriya Giştî ya Bismilê û serpêhatiyên xwe vegot. Lêbelê, dozgeriyê înkar kir ku Tûrgût Yenîsoy hatiye binçavkirin. Malbata Yenisoy serî li Midûriyeta Polîsan a Bismilê û Lîwaya Komando ya Bismilê da, li wir jî bi heman rengî bûyer hat înkarkirin. 

Tevî hemû serlêdanên malbatê, qanûnên navxweyî tu encam nedan. Piştre doz ji DMME'yê re hate şandin. Tevî hikûmetên li pey hev di 31 salên borî de guherîn, eqûbeta Tûrgût Yenisoy nehat zelalkirin û sûcdar ji ber ku rayedarên darazê û îdarî erkên xwe bicîh neanîne, bêceza hatin hiştin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo hemû kesên ku winda bûne bernedin.”

Çalakî piştî danîna kurnefîlan li Qada Galatasarayê bidawî bû.