Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn

Dayikên Şemiyê ku aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn, wiha gotin: “Çend sal derbas bibin jî em ê ji bo Kenan Bîlgîn û hemû windakiriyan û hemû windakiriyên xwe daxwaza edaletê bikin û bi bîr bixin ku divê dewlet li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Stenbol – Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kiryaran eşkere bikin diçin Qada Galatasarayê, çalakiya xwe ya hefteya 912’an jî ji ber qedexeyê li ser online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser bêhiqûqiya 28 salan a di dosyaya Kenan Bîlgîn ê di 12'ê Îlona 1994'an de li mala xwe ya Kayseriyê hat binçavkirin.

Daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê ji aliyê Seroka Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin û tê de wiha hat gotin: “28 sal in em dipirsin Kenan Bîlgîn li ku ye? Gulseren Yolerî got ku rayedarên darazê yên li Tirkiyeyê pênaseya windakirina bi darê zorê, cewherê sûc û binpêkirina wê ya berdewam ji nedîtî ve tên û bi danasîna qanûnê ve doz tên girtin. Doza Mûsa Anter ku bi Doza JÎTEM û ya Aten Ozturk ve kiribûn yek dosya, li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Dosya di 20’ê îlonê de ber demborînê dikeve û danişîna dozê taloqî 21’ê îlonê kirin. Di 5’emîn danişîna doza JÎTEM’ê ya Enqereyê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin û li benda sekinîn da ku ber demborînê bikeve. Kesên li dijî mirovahiyê sûc kirine, bi rêbaza demborînê beraet dikin û ev yek jî nîşaneya rizîbûna polîtîkaya hiqûqê ye.” 

“Emniyetê binçavkirina Kenan Bîlgîn înkar kir”

Bi domdarî Gulseren Yolerî bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ku Tirkiye mehkûm kiribû û wiha domand: “Di dosyaya Kenan Bîlgîn de bi rêbaza demborînê nikarin di hiqûqa navxweyî de xwe bigihînin encamekê. Kenan Bîlgîn, di 12’ê îlona sala 1994’an de di 35 saliya xwe de li rawestgeha Dîkmen a Enqereyê hat binçavkirin û birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. Malbat, parêzer û ÎHD’ê hewl dan xwe bigihînin Bîlgîn lê belê emniyetê binçavkirina Kenan Bîlgîn înkar kir. Şahidekî diyar kir ku Kenan Bîlgîn li midûriyeta emniyetê hatiye îşkencekirin û ev yek bi raya giştî re parve kir.” 

“DMME’ê Tirkiye mehkûm kir”

Di berdewamê de Gulseren Yolerî da zanîn ku malbata Kenan Bîlgîn serî li Serdozgeriya Enqereyê da ye û wiha pê de çû: “Xwestin agahiyekî ji Bîlgîn bigirin. Serdozger Selahattîn Kemaloglû xwest li aqûbetê Kenan Bîlgîn hîn bibe lê hat astengkirin û sirgunê deverekê din kirin. Ozden Tonuk a piştî Kemaloglû hatiye peywirdarkirin jî neket nava hewldanan. Raporeke ji sê rûpelan a bi îdiayên derew amade kir û dosyaya Kenan Bîlgîn girt. Dosya li DMME’yê hat dîtin û daxwaza lêkolînê hat kirin. Di encamê de xuya bû ku Kenan Bîlgîn ji 12'yê îlona 1994'an heta 3'ê cotmeha 1994'an di destê emniyetê de bû lê qeyda fermî nehatiye girtin. Lewma jî Tirkiye hat mehkûmkirin.”

Em dev ji Qada Galatasarayê bernadin”

Gulseren Yolerî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê aqûbeta Kenan Bîlgîn bê zanîn. Çend sal derbas bibin jî em ê ji bo Kenan Bîlgîn û hemû windakiriyan û hemû windakiriyên xwe daxwaza edaletê bikin û bi bîr bixin ku divê dewlet li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere. Ev bû 213 hefte ku Qada Galatasarayê li me hatiye qedexekirin. Lê divê ji bîr nekin ku em dev ji Qada Galatasarayê bernadin.”