Dayikên Şemiyê: Ahmet Şayik û Mehmet Tayboga li ku derê ne?

Dayikên Şemiyê /Mirovên Şemiyê li aqûbeta Ahmet Şayik û Mehmet Tayboga yên 29 sal berê li Silopiyê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û careke din agahî ji wan nehat girtin, pirsîn.

Stenbol- Dayikên Şemiyê /Mirovên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin, kujer werin darizandin û cezakirin di hefteya 931’emîn de çalakiya xwe li ser online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ahmet Şayik ê 32 salî û Mehmet Tayboga yên di 7’ê çileya 1994’an de li Midûriyeta Gumrukê ya Xabûrê ya navçeya Silopiya Şirnexê dixebitîn, piştî ji kar derketin, ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin, hat pirsîn. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Ayşe Tepe ya xwişka Ferhat Tepe yê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê ku di sala 1993’yan de hatibû qetilkirin ve hat xwendin.  

Serlêdanên malbatan bêencam man

Ayşe Tepe da zanîn ku piştî Ahmet Şayik û Mehmet Tayboga ji kar derketine ku biçin malên xwe, ji aliyê leşkeran ve hatine girtin û piştî malbatên wan dîtine ku bi derengî ketine dest bi lêgerîna wan kirine. Ayşe Tepe diyar kir ku malbatan serî li emniyetê daye lê emniyetê îdia kiriye ku “tu eleqeya wan bi bûyerê re nîn e” lê pişt re wesayîda ku Tayboga diajot li gundê Dorukluyê hatiye dîtin û li ser vê yekê malbat çûne cihê bûyerê. Ayşe Tepe da zanîn ku wesayîd bi awayek şewitandî hatiye dîtin û rûxmê ku malbatan serî li hemû sazî û dezgehên fermî dane jî serlêdan bêencam mane. 

Gef li malbatên windakiriyan xwarine

Ayşe Tepe anî ziman ku leşkeran gef li malbatên windakiriyan xwarine û li gel hemû lêgerînan jî tu pêşketinek der barê windakirina her du welatiyan de çênebûye. 

CHP'ê piştgirî da Dayikên Şemiyê

Serokatiya Navçeya Beyogluya Partiya Komarê ya Gel (CHP) jî ji bo balê bikşînê ser daxwaza Dayikên Şemiyê li ber deriyê avahiya xwe ya li Taksîmê pankarta "Em li gel Dayikên Şemiyê yên ku li pey heqîqet û edaletê ne” daliqand.