Ji bo giliya lêgerîna tazî biryara nepoşandinê hat dayîn

Giliyê der barê lêgerîna tazî ya li dijî rojnamegerên jin hat kirin ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve bi biryara neşopandinê bi encam bû, îtîrazên li dijî nepoşandinê jî hatin red kirin.

Navenda Nûçeyan – Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Altan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû di 29’ê cotmeha 2022’yan de hat girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan e. Her wiha nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren jî di heman dîrokê de hatibû girtin. Lêgerîna tazî li ser Altan, Ren û rojnamevanên din ên jin hatibû kirin. Giliyê vê lêgerîna tazî ya li ser rojnamevanan hat kirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilîkirinê bi biryara neşopandinê bi encam kir. 

Li dijî biryara neşopandina ji bo gilîkirina Bêrîvan Altan serî li 2’yemîn Dadgeriya Cezayê Sulhê hat xistin lê dadgeriyê îtîrazê red kir.