Dayîka Sarir Moghan Jîla Sadiqî hat girtin
Zîla Sadiqî ku welatiyeke Baheyî ye li Esfehanê dijî û dayîka Sarir Moghan ê li Girtîgeha Dowlat-Abadê tê girtin e, hat girtin.
Navenda Nûçeyan- Zîla Sadiqî, welatiyeke Behayî ye li Esfehanê dijî û dayîka Sarir Moghan ê niha li Girtîgeha Dowlat-Abadê girtî ye, hat girtin. Li gorî agahiyan, di dema girtinê de hêzên îstîxbaratê dest danîne ser wesayîda malbatê.
Li gorî raporeke ku roja 10’ Cotmehê hat weşandin, hêzên îstîxbaratê piştî ku roja 6’ê Cotmehê, bi ser mala wê ya li Esfahanê de girtin, Jîla Sadiqî girtine. Piştî girtina wê, tê gotin ku Jîla Sadiqî sewqî hucreyek li Girtîgeha Dowlat-Abad a li Esfahanê hatiye kirin.
Heta dema weşandina nûçeyê, der barê sedemên girtina Jîla Sadiqî û sûcên dijî wê de tu agahî nehatibû dayîn.
Keça wê, Sarir Moghan jî beriya çendek di meha Îlonê de, di serdegirtina hêzên îstîxbaratê ya li ser mala malbatê de hatibû girtin û sewqî Girtîgeha Dowlat-Abadê hat kirin.