Dayika Pêjman Fatihî ji bo bîranîna çar ciwanên hatin darvekirin şitil çand

Jinên kedkar û têkoşer, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo çar girtiyên ku di 29’ê Çileya îsal de ji aliyê dewleta Îranê ve hatibûn darvekirin, şitil çandin.

Navenda Nûçeyan- Jinên kedkar û xebatkar bi boneya 8’ê Adarê ji bo bîranîna Pêjman Fatihî, Muhsîn Mezlûm, Mihemed Feramerzî û Wefa Azerbar ku di 29’ê meha Çileyê ya îsal de ji aliye dewleta Îranê ve hatin darvekirin, şitil çandin.

Dayika Pêjman Fatihî, bi boneya 8’ê Adarê ji bo bîranîna kurê xwe û sê ciwanên din çar şitil çand û wiha got: “Ev çar canfeda nemirine û weke van çar şitlan dê mezin bibin û di bîreweriya me de zindî bimînin.”