Dayika Aştiyê Îne Akgun jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Îne Akgun, duh êvarê li nexweşxaneya ku rakiribûn jiyana xwe ji dest da.

Îzmîr- Hat ragihandin yek ji Dayikên Aştiyê yên li Îzmîrê jiyan dike Îne Akgun a 77 salî jiyana xwe ji dest da. Îne Akgun a ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebûn, duh seatên êvarê piştî rakirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Katîp Çelebî jiyana xwe ji dest da.
Hat hînbûn ku dê cenazeyê Îne Akgun piştî nimêja nîvro li navçeya Menderesê ya ku xizmên wê lê hene, bê definkirin.