Riha- Yekemîn danişîna doza der barê Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di êrîşên parêzvan û xizmên Parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de li cihê kar û nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, bi îdiaya ku "Heqaret li organên dewletê kiriye" doz hatibû vekirin hat taloqkirin.
Danişîna ku dihat payîn li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Rihayê bihata kirin, ji ber nebûna dadgerê ku serokatiya dozê dike, hat taloqkirin.




