Navenda Nûçeyan- Li Îranê tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Di nûçeyên di çapemeniyê de her roj aliyên cuda yên tundiya fizîkî, zayendî û derûnî, xwekuştin û heta qetlîamên jinan ên li welat radixe ber çavan.
Ji ber nebûna zagon û mekanîzmayên qanûnî, bi taybetî jî qetlîamên jinan ên di bin navê 'namûsê' de tên kirin, weke 'întîxar' tên qeydkirin. Ajansa me her meh hejmara komkujî û tundiya jinan amade dike, li gorî nûçeyên ku me berhev kirine, di meha Tebaxê de jî qetlîam û tundiya jinan berdewam kiriye.
Daneyên tundiyê yê meha Tebaxê wiha ne:
23’ê Tîrmehê: Jineke ciwan a 32 salî di mala xwe de ji aliyê zilamekî 22 salî ve hat qetilkirin.
25’ê Tîrmehê: Jina bi navê Fatane li Tehranê ji aliyê mêrê bi navê Şehram ve hat qetilkirin.
25’ê Tîrmehê: Jina bi navê Mehtab a 37 salî li navenda bajêr ji aliyê mêrê ku pê re dergistî bû hat qetilkirin.
26 ‘êTîrmehê: Li bajarê Qûmê jinek 20 salî ji aliyê mêrê ku pê re zewîcî bû ya bi çekê hat qetilkirin.
28’ê Tîrmehê: Xwendekarê psîkolojiyê yê Zanîngeha Mallard Azad di hemama xwe de daliqandî hat dîtin.
31’ê Tîrmehê: Welatiya bi navê Nesrîn Seberî ku xelkê gundê Gandavîla yê ser bi bajarê Aşnoyê bû, bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.
31’ê Tîrmehê: Kebrî Yeqûbî yê 25 salî yê li gundê Çelader ê girêdayî bajarê Nûşehrê dijî, bi zaroka xwe ya 6 salî re ji aliyê mêrê ku pere zewicî bû di bin navê 'namûsê' de hat qetilkirin.
1’ê Tebaxê: Tahira Sadeqî, jineke 30 salî û xelkê Malekşahiya Îlamê, bi guman jiyana xwe ji dest da. Hevjîna Tahîra Sadeqî bûyer weke 'întîxar' bi nav kir.
1‘ê Tebaxê: Hemşîreyek ducanî li Nexweşxaneya Îmam Riza Kirmaşanê bi guman jiyana xwe ji dest da.
1'ê Tebaxê: Li navçeya Beldacî ya Borujenê jinek 19 salî ku navê wî nehat zanîn hat qetilkirin.
1’ê Tebaxê: Jineke 23 salî ku li bajarê Kiyanşehrê yê Tehranê bi darê zorê hatibû zewicandin, ji aliyê mêrê ku pere zewicî bû bi çekê hat qetilkirin.
2’ê Tebaxê: Li bajarê Rûskê jinek ducanî û zarokek 6 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin qetilkirin.
2’ê Tebaxê: Li bajarê Mehabadê jineke 23 salî bi nasnameya Şîda Nasirî ber bi xwekuştinê ve hat ajotin.
4’ê Tebaxê: Li Mehmûdabad a Mazenderanê jineke 32 salî ji aliyê mêrê ku pere zewicî bî hat qetilkirin.
7’ê Tebaxê: Li bajarê Tangestan ê eyaleta Buşehrê mêrekî hevjîna xwe ya 42 salî û keça xwe ya 22 salî bi amûrê birînê qetilkir.
9’ê Tebaxê: Jina Tebrîzê ya 40 salî Ruqiye Abedînî ku ji ber parastina xwe bi sûcê “kuştina bi qestî” hatibû mehkûmkirin, hat darvekirin.
12’ê Tebaxê: Li bajarê Pakdeştê jinek ciwan ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû bi çekê hat qetilkirin.
12’ê Tebaxê: Li gundê Çeşme Zarsek ê navçeya Selas Bavehcanî jinek ciwan ber bi întîxarê ve hat ajotin.
14’ê Tebaxê: Li Pardîsê jineke 37 salî ji aliyê mêrê kup ê re zewicî bû hat qetilkirin.
16’ê Tebaxê: Li bajarê Xurmatû jinek ji aliyê mêrê kup ê re zweicî bû hat qetilkirin.
16’ê Tebaxê: Ciwanek 13 salî, bi navê Wayan Abdullahfer, ber bi întîharê ve hat ajotin.
18’ê Tebaxê: Jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû, bi dayîna tiryakê hat hat qetilkirin. Derket holê ku sedema dayîna tiryakê jî wek întîxar kirina bûyerê were dîtîn.
19’ Tebaxê: Zarokekî 10 salî ku li bajarê Rayê dijî, ji aliyê bavê xwe ve bi lêdanê hat qetilkirin.
19’ê Tebaxê: Cenazeyê çalakvanekî Belûç ê bi navê Hanî Gol li bajarê Serawanê hat dîtin. Çalakvana Belûç a ducanî di 7’ê Tebaxê de tevî hevjînê xwe ji aliyê çend kesên çekdar ve hatibû revandin.
21’ê Tebaxê: Cenazeyê zarokekî 12 salî yê bi navê Şaperak Qasimî li nêzî Pira Şehîdan a Serdeştê hate dîtin.




