Ciwanên Kobanê dest bi meşa 3 rojan kirin

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên kantona Firatê bi hatina salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, dest bi meşa sê rojan kirin.

Kobanê- Di salvegera 26’emîn a komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Gêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku îsal hemû çalakî di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo Azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de tên lidarixstin, li kantona Firatê jî rêzeçalakî hatin destpêkirin.

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşma “Bi ruhê ciwanên Apoyî ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” dest bi meşa dirêj kirin. Meşa ku dê heta 7’ê Cotmehê berdewam bike, ji navçeya Çelebiyê ya li Rojhilatê Kobanê dest pê kir û wê li navenda Kobanê bi dawî bibe.

Bi sedan kes tevli meşê bûn

Bi sedan jin, ciwan, şênî û saziyên li navçeyê ku li qada Aştî ya Çelebiyê kom bûn, di destpêkê de deqeyek ji bo rêzgirtinê sekinîn. Piştre endama Meclisa Çelebiyê Emîne Mihemed axivî û wiha got: “Di destpêkê de em komploya li ser Rêber Apo hatiye çêkirin bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku di girtîgeha Îmraliyê de hemû mafên Rêberê me tên binpêkirin, mafê wî yê herî rewa jî nayê qebûlkirin. Bi taybetî di vê salvegera komployê de em dixwazin rewşa Rêber Apo bizanibin ku ev demek e dirêje em agahî jê nagirin. CPT ku serdana hemû girtîgehan dike rewşa Rêber Apo paşguh dike, ji ber vê jî em ê weke gel bi pêşengiya ciwanên xwe tecrîdê bişkînin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Meşê bi berzkirina dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “bijî berxwedana Îmraliyê” her wiha hilgirtina posterên Abdullah Ocalan û pankartên ku daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan dikin, dest pê kir.

Tê payîn ku dê îro ciwan li gundê Bîra Avdo rawestin û meşê sibehê berdewam bikin.