Civaknasa Îtalî destek da Abdullah Ocalan

Civaknasa Îtalî Donatella della Porta bi gotinên; “Tenê bi çanda aştî û diyalogê dikare şertên rê li ber dinyayek din veke ava bibe. Tevgera siyasî ya Kurd di vî alî de gavên girîng avêtin” ragihand ku destekê dide pêvajoyê.

Navenda Nûçeyan – Civaknasa Îtalî Donatella della Porta têkildarî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê dest pê kir, peyama destekê da.

Peyama Donatella della Porta wiha ye:

“Ez bi awayekî bi hêz destekê didim çareseriya demokratîk û aştiyê ya pirsgirêka Kurd. Gelê Kurd, li dijî asîmîlasyonê di dema têkoşîna demdirêj de, têgînên nasnameya nû ya kolektîf ku dewletê derbas dike bi pêş xistiye. Ji bo Filistîn û gelên din ên hatine perçiqandin jî bandora mêtingeriyê û hewldanên jiholêrakirina wan, têgînên nû yên rizgariyê û awayên nû yên kirdeyan, parçebûna xakan û ceribandinên diaspora ava kiriye. Di mijara mafê zayendî, pirsgirêkên hawirdor, zayendperestî û bêedaletiya civakê de, nêzikbûna tevgerên gerdûnî, ji bo hemû gelên hatin perçiqandin, sûd daye bûye xwedî girîngiyek bingehîn. Tenê bi çanda aştî û diyalogê dikare şertên ku rê li ber dinyayek din veke ava bike. Tevgera siyasî ya Kurd di vî alî de gavên girîng avêtine.” 

Civaknas û zanyara siyasetê ya Îtalyan Donatella della Porta ji sala 2015’an ve heta niha di Scuola Normale Superiore de profesor e û weke dekana avakera fakulteyê dixebite. Di heman demê de lîdertiya navenda lêkolînê ya Centre on Social Movement Studies (COSMOS) dike. Donatella della Porta ku nêzî 100 pirtûk û gelek makale nivîsandine, di nava xelatên wê de xelata Mattei Dogan, xelata Alexander von Humboldt û endamtiya rûmetê ya Akademiya Zanist û Hunera Emerîkayê ya 2022’an jî cih digrin.