Cimaya Şêşims bi coş hat pîrozkirin

Li Şengalê bi tevlîbûna bi hezaran kesî Cimaya Mezargeha Şêşims li Çiyayê Şengalê bi coş hate pîrozkirin.

Şengal – Ji meha Tebaxê ve li Êzdîxanê cejnên Cimaya ango cejnên Qub û Mezargehên Êzdiyan tê pîrozkirin. Ev rêûresim salane bi beşdariya hezaran kesî tên pîrozkirin.

Cejnên ciwankirina qûban ku weke Cimayî tê binavkirin, li Şengalê bicoş tên pîrozkirin. Cejina Cimaya Şêşims li gundê Cefriyê yê Şengalê hate pirozkirin. Îsal bi hezaran kesên ji Şengalê û wargehên koçberên Êzdiyan ên li Başûrê Kurdistanê, di heman demê de ji dervî welat hatin Cejna Cimayê pîroz kirin. Cejna Cimayê piştî du rojan îro bidawî bû. Bi hezaran welatiyên Êzidî ku beşdarî Cimayê bibûn bi cil û bergên xwe yên gelerî beşdar bibûn.

Şêşims li ba Êzdiyan weka xwedana Rojê tê pênasekirin û her sal cumaya wê tê çêkirin. Her 4 salan carekê hilêl û qub tên ciwan kirin. Di hindirê her qubeyekê de perî hene û her yek bi rengekî ye, rengê periya Şêşims jî zer e rengê xwe ji rojê digre. Eşîra cefriya û helqî bi piranî guh didin quba Şêşims û miriyên xwe li ber vedişêrin.

‘Bi saya Hêzên xwe em bi aramî cejna xwe pîroz dikin’

Meha Mustefa ku ji başûrê Kurdistanê berê xwe dabû Şengalê ji bo cumaya Şêşims hestên xwe bi van hevokan anî ziman: “Di serî de ez vê rojê li hemû Êzidiyan pîroz dikim. Ev 18’e sal in ku ez nehatime cûmayan ji ber ku ez li başûrê Kurdistanê bûm, min li wir jiyan dikir. Hatina min ya îsal jî cihê kêfxweşiyê ye ji bo min. Dema ku ez her kesî li vir kêfxweş dibînim rastî ez jî gelek kêfxweş dibim. Ez vê cejna ku bi dahol û zirne, bi rê û resmên Êzidiyan yê resen tê birêvebirin li her mirovekî pîroz dikim. Kêfxweşiya min nayê ziman. Îroj em rê û resmên xwe pîroz dikin bi aramî, ji ber ku hêzên me, dora me hemû diparêzin, em dilrehetin û dinava aramiyê de ne. Spasiya her kesekî dikim ku îroj me diparêze û piştevaniya me êzîdiyan dike, dikim. Bi hêza Tawisî Melek û Şêşims em hêvî dikin ku her sal xweşî zêdetir bibe. Di heman demê de em pêşketinên nû û mezin bibînin, jin bighîjin mafê xwe di Şengalê de. Herî dawî ez cejnê li hemû Êzidiyan pîroz dikim.”

‘Bi hêviya ku êsîrên me xilas bibin ji destê çeteyan’

Şêrîn Biro ku ji Xanesorê beşdarî cimayê bibû cejin li hemû êzidiyan pîroz kir û da zanîn ku cimayî berê coşa xwe zêdetir bû û wiha got: “Şêhadî û Tawisê Melek hêviya vî miletê amade hemûyan pêk bîne. Hemû xelkan ji qeda û belan bisitrîne. Hêviya me ewe ku xwedanê me rehmê li me û li hemû guhdara bike. Ya Şêşims tu êsîrên me ji destê çeteyên DAIŞ’ê derxîne. Berê em dihatin cimayan, gelek xweş bû, dîlan û kêfxweşiya berê cûda bû. Ji zû de em nehatibûn cimayan. Berê em dihatin ber hemû cûmayên xwe.”

Cejna Cimayê îro bi rêûresmên olî, nûkirina periyên nava Qubû û gerandina govendê bi dawî bû.