Cezayê disiplînê ya 36 jinên girtî hat betalkirin
Cezayê dîsîplînê ku li 36 girtiyên jin ên li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, hat betalkirin.
Navenda Nûçeyan – Rojnameger Safiye Alagaş, Neşe Toprak, Remziye Temel û Elîf Ungur jî di nav de, jinên li Girtîgeha Jinan a Amedê li dijî binpêkirinan di 12’ê îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Cezayê disiplînê ku rojnameger jî di nav de bi giştî li 36 girtiyên jin bi îdiaya “ji bo girtiyên din bûne mînakên xerab” hat birîn, hat betakkirin.
Piştî daxwaznameyên ku der barê çalakiya 5 rojan de pêşkêş kirin, biryar hat dayîn ku hin girtiyên jin ên ketine grevê mehekê nekarin tev li hinek çalakiyan bibin û hin ji wan jî nekarin heta mehekê di karên biheq de bixebitin. Parêzeran li dijî cezayê disiplînê li Dadgeriya Înfazê ya Amedê îtîraz kir. Jinan diyar kirin ku di çarçoveya mafê qanûnî de dest bi greva birçîbûnê.
Dadweriya Înfazê ku îtîrazê nirxand û balkişand li ser biryarên Dadgeha Makeqanûnê (AYM) yên ji bo Nasrûllah Kuran û Mehmet Ayata û di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de û îtîraz qebûl kir. Dadger cezayê dîsîplînê yê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatibû dayîn betal kir.