Sêrt - Li gundekî navçeya Xizxêrê ya bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê hat hînbûn ku cerdevanekî tecawizî jina astengdar kiriye. Piştî ku jina astengdar rakirine nexweşxaneyê bûyer aşkera bûye. Wezareta Polîtîqayên Civakî û Malbatê jina astengdar girtin bin parastinê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hat hînbûn ku cerdevanê tecawîzkar negirtine û serde jî dixwazin ser bûyerê bigirin.




