Cara yekem li Yemenê jinek peywira berdevkiya fermî digre
Piştî ku serokê pêkhateya(Hirak El-sewrî) tevgera şoreşger biryarek weşand ku endazyar Zîna El-Xelabî wekî berdevka fermî ya pêkhateya siyasî ya serxwebûna başûrê yemenê hatiye diyarkirin nûçe li ser malperan belav bû.

NÛR SERÎB
Yemen- serokê pêkhateya (Hirak El-sewrî) tevgera şoreşgerî Fadî Baaûm got: "Komîteya navendî ya tevgera şoreşgerî di dewreya xwe ya şeşemîn de biryar da ku endezyara balfirvaniyê Zîna El-Xelabî weke berdevka fermî destnîşan kirine."
"Ez bi vê pêngava wêrek kêfxweş im"
Tevî rexneyên tund ên li ser pêkhateya siyasî lê biryara wî bi berfirehî rastî piştgiriyê hat û endezyar Zîna El-Xelabî ji ajansa me re got: "Ez bi vê pêngava wêrek ji bo yekem pêkhateya siyasî li seranserî Yemenê bi tevahî û bi tayberd li Başûr ku karibû jinekê wekî berdevka fermî destnîşan bike, pir kêfxweş im."
Her wiha Zîna El-Xelabî li gotinê xwe zêde kir û got: "Nerînên erênî yên aliyên mayî yên partiyên siyasî û civaka sivîl bi vê bûyerê re tiştek baş e ku her kes girîngiya rol û tevgera jinan di cihê çêkirina biryaran (biryargirtinê) de nîşan dide û bêguman pêdivî bi vê ponaxê heye ku jin tevli pêvajoya siyasî bibin."