Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya Pakêta Dadwerî ya 11’emîn de ku ji aliyê Parlamentoyê ve hat pejirandin, bi sedan sûcdarên mehkûm hatin berdan. Yek ji wan Okay Gur bû ku 4 sal di girtîgehê de mabû. Derketibû holê ku Okay Gur, dema ku hîn li ber deriyê girtîgehê bû, gef li Rojda Yakişikli xwariye ku bi merasîmek olî pê re zewicî bû û gotiye: “Heke tu ji malê dernekevî, ez ê te bikujim, ez ê we hemûyan bikujim.”
Rojek piştî ku ji girtîgehê derket, di 27'ê Kanûna 2025'an de Rojda Yakişikli qetil kir. Okay Gur piştre hate binçavkirin û piştî ku derket pêşberî dadgehê hate girtin û şandin girtîgehê.
Lêpirsîn didome!
Her çend 74 roj di ser qetilkirina Rojda Yakişikli re derbas bûne jî, lêpirsîna bûyerê didome. Hate zanîn ku biryara nepeniyê ya derbarê dosyeya lêpirsînê de hîn jî di didome.




