Bingeha şoreşê: Jin, Jiyan, Azadî

Jinên çalakvan ku bi boneya roja çilrojiya ya qetilkirina Jîna Mehsa Emînî di qada dijîtal de civînek li dar xistin, diyar kirin ku şoreşa jinê ya li Îranê şoreşa hemû jinan e û xwestin jin xwedî li şoreşê derkevin.

CAROLINE BAZZI

Beyrût – Komeleya Jinan a Jîn û Koma Edaletê Zayendî ya Hibata, bi boneya roja çilrojiya qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya ku ji aliyê “polîsên exlaqê” ve bi îşkenceyê li Îranê hat qetilkirin, li ser sepana Zoomê bi durişmeya “Jina Mahsa Emînî şoreşê gur dike, gelo ev çirûskek şoreşê ye?” sempozyûmek dîjîtal li darxistin.

‘Jin îspat kirin ku ne qurban, pêşeng in’

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Civaka Jinên Rojhelatê Kurdistan (KJAR) Rozarîn Kamangar diyar kir ku tiştên li Îranê tên jiyîn ne protesto, şoreşek e û li welat tevî hemû zextên jî gel serhildan berdewam dike.

"Çend tiştên ku vê tevgerê ji tevgerên berê cuda dike û van şoreş pênase dike heye. Yekem di serê gelê Îranê de guhertineke radîkal heye. Tevî hemû zextan jî dadikevin kolanan û vîna xwe nîşan bidin. Ya duyemîn ev pirsgirêkek jinê ye, ji ber ku ya hatî qetilkirin jineke ji nava gel e. Ev jinan ji bo bidestxistina mafên xwe yên herî bingehîn amade ne ku canê xwe feda bikin. Jin îspat kirin ku ne qurban, lîder û pêşeng in.”

‘Feresata jinê guherî û bû lokomotîfa şoreşê’

Rozarîn Kemangar destnîşan kir ku bi van serhildanan feraseta jinê guherî û lokomotîfa şoreşê bûn û wiha got: “Hemû gelên Îranê bi yekbûne bi yek dengî dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî’. Hikûmet ji bo ku di nava gel de cihêkariyê avabike, bi taybetî jinan hemû gelan dike grub. Xwezaya dîktatorên li cîhanê ev e. Lê li Îranê hemû mezheb, nijad û herêm li hev kom dibin û bi yek dengî li dijî rejîmê serî hildidin."

'Sêrbaziya efsûnî ya Jin Jiyan Azadî'

Seroka Komeleya Jinan a Jîn Buşra Elî li ser girêdana dirûşma Jin Jiyan Azadî bi şoreşa jinan a Îranê re axivî û behsa aliyên dîrokî ya vê dirûşmeyê kir û got, "Yê ku yekem car ev sêrbaziya efsûnî derxistiye holê fîlozof Abdullah Ocalan e. Her wiha ev sêgoşeya efsûnî bi derketina nasnameya jina Kurd a di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê deng veda. Jinan ev dirûşme weke sembola pêkanîna têkoşîna xwe ya jiyaneke bi rûmet û daxwazên xwe yên azadiyê bi kar anîn."

'Rejîma Ereban pasîf man'

Li ser bandora şoreşa jinan li Îranê li ser herêmê, nivîskar û lêkolîner Dr. Mona Feyad got, “Herêma Ereban û hin bajarên navneteweyî di çarçoveya şoreşa jinan a Îranê de bûne şahidê tevgerên femînîst ên tirsonek. Cihana Ereban ji civaka Îranê zêdetir civakeke baviksalarî ye. Beriya şoreşa Îranê ya sala 1979’an jin li Îranê azad bûn û ji herêmên Ereban zêdetir bûn xwedî destkeftî. Dema ku şoreşa Îranê bi ser bikeve, wê ev rejîm ji holê bê rakirin û jin mafên xwe bi dest bixin, lê eger em hikûmetên welatên Erebî hilweşînin jî, civak nayê guhertin.”

'Jin ji aliyê eşîrî, civakî û olî ve tên astengkirin'

Seroka Komeleya Dadmendiya Zayendî ya Hibata Arz Amal Alasmar bal kişand ser têkçûna şoreşên li Herêma Ereban û diyar kir ku jin weke eşîrî, civakî û olî tên binavkirin. Arz Amal Alasmar, bal kişand ser vê yekê ku li Iraqê bi şoreşa jinan a li Îranê kampanyaya "Na ji çewisandina bi darê zorê ya keçan re" dest pê kir û bal kişand ser girîngiya hişyariya jinan û wiha got: "Weke femînîst divê em zêdetir têbigihêjin û rasterast serî lê bidin. Jin, çîrok ne çîrokeke mezhebî ye Îran hewl da van tevgerên dijberên sîstema siyasî ya li Tirkiyeyê berovajî bike û ev gotina derew wekî binpêkirina azadiyan bi nav kir.

'Ez jiyan im'

Komeleya Hibata ji bo Dadmendiya Zayendî kampanyaya "Ez jiyan im" ji bo piştgiriya şoreşa jinan a li Îranê da destpêkirin. Der barê kampanyaya “Ez jiyan im” de Rêveberê Giştî yê Dadweriya Zayendî ya Hibata Dr. Wefa Behrî jinên leheng ên Îranê silav kir û destnîşan kir ku ev qehremanî û lehengiya jinên Îranê ku ev çil roj in li kolanan li ber xwe didin ne nû ye.

Dr. Wefa Behrî da xuyakirin ku hemû jinên li Bakurê Afrîka, Rojhilata Navîn û Başûrê Rojhilatê Asyayê ji feraseta ferzkirina kefenê dikişînin û got, "Şoreşa jinê ya li Îranê şoreşa me hemûyan e û divê hemû jin vê şoreşê hembêz bikin."