Navenda Nûçeyan – Li bajarê Suweyda yê başûrê Sûriyeyê ku piraniya niştecihên wê Durzî ne, di navbera şervanên herêmî û komên girêdayî rêveberiya demkî ya cîhadîst a HTŞ’ê de şer berdewam dike. Çavkaniyên herêmî, ragihandin ku di encama pevçûnên li Suweydayê de Bijîşk Faten Hîlal jî di nav de dehan kes hatin qetilkirin û ji bo lêpirsîn û hesabdayîna van êrîşan bang hate kirin.
Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê bi rojan e ji ber bûyerên ku ji ber revandina bazirganek li ser riya Şam-Suweydayê, dest pê kirin, pevçûn didomin. Di encama pevçûnê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn û hejmarek zêde malbat jî neçar man ji herêmên pevçûnê derbikevin.
Ji ber sedema nebûna saziyên dewletê alozî û kaosa ewlehiyê kûrtir bû. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji herdu aliyan sivîl û şervan jî di nav de 130 jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di gundên ji pevçûnan bandorbûyîn de gel neçarî dibe koçber bibe û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Bajarê Suweydayê îro ji saet 08:00’ê siharê ve qedexeya derketina derve hat îlan kirin. Her wiha di navbera rûspiyên Suweyda û nûnerên Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de ji bo mîsogerkirina agirbestekê hevdîtin jî destpêkir.




