Bi hinceta hîcabê cezayê girtîgehê li Melîka Gharagozlou hat birîn

Hate hînbûn ku ji aliyê Dadgeha Tahranê ve 3 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Melîka Gharagozlou ya Îranî hatiye birîn.

Navenda Nûçeyan – Çalakvan, xwendekar-rojnameger û çalakvana dijberî hîcaba ku tê ferzkirin Melîka Gharagozlou re cezayê girtiyê hat birîn. Hate hînbûn ku Şaxa 26'emîn Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ji çalakvana ku di bin navê sûcên "propagandaya li dijî dewletê" û "teşwîqa çalakiyên li dijî exlaqê " dihat darizandin re 3 sal û 8 meh cezayê girtîgehê birî û tecrîda civakî û qedexekirina endametiya kom û torên civakî jî da. Her wiha cezayê pere ya 8 milyon Tûmenê Îranê jî lê birî.

 

Melîka Gharagozlou wek navekî ku beriya niha gelek caran tevlî çalakiyên şermezarkirina hicaba mecbûrî jî bû û li ser mijarê vîdyoyan belav kiriye û li ser vê mijarê têkoşînek aktîf daye tê naskirin. Melîka Gharagozlou ya ku ji ber xebatên xwe yên aktîf gelek caran rastî binçavkirin û girtinê hat, li Girtîgeha Evînê hatiye girtin û bi efûyê hatibû berdan.

Ji aliyê parêzera xwe ve hatiye agahdarkirin

Melîka Gharagozlou ku di pêvajoya serhildanên li welat hat jiyînde hat girtin, di 1’ê Kanûna 2019’an de bi kefaleta 60 milyon tûmenî ji Girtîgeha Evînê hatibû berdan. Melîka Gharagozlou di 26’ê Sibata 2020’an de ji aliyê parêzerê xwe ve der barê biryara dadgehê de hat agahdarkirin. Li gorî biryara dadgeha jêrîn, ji çalakvan re bi sûcdariya " li dijî ewlehiya neteweyî kombûn û lihevkirina veşarti" 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.