Bi dagirkirina Efrînê re jiyana jinan bû dojeh

Piştî dagirkirina Efrînê, gelek jin hatin qetilkirin û revandin. Çeteyan gelek cihên navendî kirin zindan, jinên ku li wan deran tên girtin rastî her cure îşkenceyên dermirovî tên.

Navenda Nûçeyan– Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê piştî ku di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn dagir kirin, bi hezaran şêniyên Efrînê neçar man koçî Şehbayê bibin. Kesên li Efrînê man jî 5 sal in rastî her cure xirabiyan tên. Bi taybetî li dijî jinan kiryarên bêexlaqî rojane tên kirin û dikevin rojevê. Li dijî vê yekê bêdengiya rêxistinên navneteweyî jî didome.

Gelek jin hatin qetilkirin û revandin

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, di salên 2018 vû 2019’an de (Piştî dagirkirina Efrînê) 59 jin hatine qetilkirin û 200 jin jî hatine revandin. Di navbera van jinan de piraniya wan ciwan in. Li gorî daneyan; di sala 2020’an de 9 jin hatin qetilkirin, 92 jin hatin revandin. Di sala 2021’ê de 14 jin hatin qetilkirin, 82 jin hatin revandin. Di sala 2022’yan de 13 jin hatin qetilkirin, 49 jin hatin revandin. Ji serê sala 2023’yan heta niha 7 jin hatin revandin. Aqubeta gelek jinan jî nediyar e. Tevî revandin û qetilkirinê, jin rastî her cure zext, şîdet, îşkenceya fizîkî û derûnî ya dagirkeran tên.

Li gorî agahiyên ku ji ayedarên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê û çavkaniyên taybet hatine girtin; li Efrînê bi dehan cihên îşkence, girtin û qetilkirinê hene.

Cihên ku gelek jin li wan tên girtin ev in:

Meclisa Zagonî ya Berê: Ev girtîgeh li navenda bajar e. Bi navê zindana jinan tê nasîn. Jinên ku tên revandin di bodrumên vê zindanê de tên girtin. Li vê zindanê de nêzî 50 jin hene. Serçeteyên girêdayî îstîxbarata dewleta tirk, jinên ku direvînin wekî ‘emanet’ bi nav dikin. Ji bo wan destûr hatiye dayîn ku dikarin 10 heta 30 jinan bikujin

Zindana El Mehkemê: Li avahiya edliyeya kevn e. Jinên ku ji navçeyên Efrînê tên revandin di van zindanan de tên girtin. Ev zindan ji aliyê çeteyên Cebha El Şamiyê ve tê birêvebirin.

Zindana El Mehmûdiyê: Ji aliyê çeteyên El Hemze ve tê birêvebirin. Di nava vê zindanê de beşek taybet a ku jin lê tên girtin heye.

Dibistana El Keramê: Wekî zindan tê bikaranîn. Çeteyên Feyleq El Şam, vê dibistanê kirine zindan û li wê derê jî beşek taybet a ku jin lê tên girtin heye.

Zindana Basûtê: Wekî “Zindana Keleh” tê zanîn. Nêzî navenda bajarê Efrînê ye. Ji aliyê çeteyên El Hemze ve tê birêvebirin. Ev der rasterast di destên îstîxbarata dewleta tirk a dagirker de ye. Bi dehan jin li vê derê tên girtin.