‘Bi berxwedanê em ê bikaribin pêşî li cezayên darvekirinê bigrin’

Rojnameger Sana M. bal kişand ku bi serhildana “Jin, jiyan, azadî” re Îran ji bo çalakgeran bitirsîne, li dijî jinan zextên xwe zêde kiriye û got li dijî cezayên dervekirinê bersiva herî baş berxwedan e û bang kir ku têkoşîna li dijî vê yekê bidome.

SARAH MAHMUDÎ

Urmiye- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi destpêkirina serhildana “Jin jiyan azadî” piştî ku çalakî zêde bûn, ji aliyê hikumeta Îranê ve ji bo çalager werin çewisandin zext zêde bûn. Bi armanca tirsandina gel, Îranê cezayê darvekirin, îşkence, girtin û gelek kiryarên dermirovî xist dewrê, di mehên derbasbûyî de bi cezayên ku li parêzvanên mafên jinan hatin birîn ket rojevê.

Endama Sendîkaya Karkeran Şerîfe Muhamed a li bajarê Reşd ê Îran dijî cezayê darvekirinê lê hat birîn û li parêzvanên mafên mirovan ên Gîlanê jî 60 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Her wiha endama KJAR’ê ya girtî Werîşe Muradî û pirsporê xizmetên medyaya dîjîtal Azîzî Phrafan jî bi dariznadineke ne adil re rûbirû ne.

Gef li jinan tê xwarin

Aktivîst û rojnameger Sana M. ya ku li Urmiyeyê dijî bal kişand ku di mehên dawî de zextên li ser jinan zêde bûne û wiha got: "Zextên li dijî jinan zêde bûn. Jinên li Rojhilatê Kurdistanê weke berê nikarin çalakiyan li dar bixin. Îran nahêle ku xebat û weşanên kolektîf ên jinan werin kirin û zextên dijwar dike. Hikumet bi darvekirin, girtin û zextê hewl dide jinên ektivîst bitirsîne. Hikumet bi peyama ‘Ger hûn xebatên xwe bidomînin, hûn ê bi sûcdariya îxaneta li dijî welat cezayê darvekirinê bigrin' gefê li jinan dixwe.” 

Sana M. ragihand ku ji bo dengê jinên li girtîgehan were bihîstin divê hemû derfet werin bikaranîn û vê bangê kir: “Lewre ew di bin mercên giran de ne û di girtîgehan de li dijî bêedaletiyê têdikoşin. Ji bo azadiya wan jinên girtî divê em bixebitin. Di encama çalakiyên şermezarkirinê de cezayê darvekirinê yên hinek ji wan hatin betalkirin. Rawestandina darvekirinan bi berxwedanê pêkan e.”