Berxwedan 6 roj in didome: Me tu car serî netewand û em ê netewînin

Dorpeça artêşa Iraqê ya li dijî wargeha Mexmûrê didome, gelê wargehê li dijî vê dorpeçê konên ku berê vedabûn zêdetir bi pêş ve birin û li pêşberî leşkaran danîn. Jinên wargehê diyar kirin ku ew ê heta dawî çalakiyên xwe bidomînin.

Mexmûr - Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest bi têlan û kûleyan derdora wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê dorpêç bike. Gelê wargehê li dijî vê hewldanê kon vedan û di berxwedana xwe de bi îsrar in. Artêşa Iraqê vê care ji serê sibehê ve xwest bi wesayîdên zirxî û makîneyên kar dora wargehê bi xendeq û kûleyan dorpêç bike. Dema ku gel xwest pêşî li hewldanên kolandina xendeqan bigre, leşkerên Iraqê gule berdan lê gel guh neda leşkeran. Gel bi dest û lingên xwe xendeq û satirên ku leşkeran çêkiribûn xirab kirin. Gel konên ku berê vedabûn hîn zêdetir bi pêşve birin û li pêşberî leşkaran danîn. Jinên ji wargeha Mexmûrê yên li dijî rewşê helwesta xwe anîn ziman gotin: “Me tu carî serî li ber wan êrîşan netewand em ê vê care jî netewînin.”

 ‘Em ne têlan ne xendeqan, ne jî kuleyan qebûl nakin’

Yek ji şêniyên wargeha Mexmûrê Hacer Kara diyar kir ku artêşa Iraqê soza xwe ya paşvekişandina leşkerên xwe binpê kiriye û wiha got: “Îro 6 roj in em li vir li dijî dorpêça arteşa Iraqê li ber xwe didin. Şeva borî gotin ger hûn konên xwe rakin û çalakiyên xwe rawestînin em ê jî arteşa xwe paşve bikşînin. Lê îro serê sibehê careke din soza xwe negirtin û derdora me dorpêç kirin. Em hemû jin, ciwan, zarok giştî wargeh berxwedana xwe didomîne û em ê tu caran nehêlin derdora me dorpêç bikin. Em ê heta dawî çi ji destên me were bikin. Em wek gelê wargehê ne têlan, ne xendeqan, ne jî kûleyan qebûl nakin. Me heta îro zext, zilm, tirs û hemû êrîşan dît lê me tu carî serî li ber wan êrîşan netewand em ê vê care jî netewînin.”

‘Em ê çalakiyên xwe bidomînin’

Binevş Kara jî wiha axivî: “Ev 6 roj in em li dijî êrîşan li ser piyan in. Ji hemû aliyan ve dixwazin derdora me dorpeç bikin, em diçin kîjan alî ji aliyê din ve tên. Armanca wan ew e ku bikevin nava wargehê lê em nahêlin bikevinê. Di nava me û leşkeran de nîqaş çêbûn, li vir guleyan jî berdan û di dawiyê de paşve çûn. Lê hê jî tevgerên xwe didomînin. Em heta negihîjin encamek baş û heta ew dev ji hewldanên dorpêçkirinê bernedin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”