“Berpirsiyarê êrişan di serî de Koalîsyona Navetewî û DYE ye”

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê nivîskî her çar endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di encama êrişên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got berpirsiyarê êrişan Koalîsyona Navnetewî ye.

Navenda Nûçeyan – Duh dewleta tirk a dagirker bi balafiren bê mirov li başurê Eyn Îsayê êrişî seyarek kir. Di encama êrişê de çar endamên Hêzên Ewlekariya Hundir jiyana xwe ji dest dan. Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê nivîskî êrişê şermezar kir û da diyarkirin ku berpirsiyarê van êrişan û sûcên mirovahiyê yên ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên kin di serî de Koalîsyona Navnetewî û DYE ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker ku bi dijminê dîrokî yê ji gelan re tê nasîn, sûcên xwe li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya topbaranên li dijî bajar û gundan be, berdewam dike. Ji dema dewleta Tirk destwerdana leşkerî di 2016’an de li krîza Sûriyê kiriye, welatî û jinan bi balafirên bêmirov hedef digire. Di 28.07.2022’yan de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke ku tê de 4 fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hebûn, li başûrê Eyn Îsayê kir hedef, di encamê de şehîd bûn. Ew yek binpêkirina nirx, rêgezên mirovahiyê û hemû mîsaq û qanûnên navneteweyî ye.

Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li dijî kesên jiyana xwe xistiye parastina mirovahî û pêkhateyên herêmê, dewam dike. Lê ev sûc ji berpirsiyariya civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî, di serî de DYA’yê ye."

Meclisê da zanîn ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengên têkoşîna li dijî terorê ne, ji lew re dibin armanca mezin a dewleta Tirk a dagirker.

Meclisê di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û bi berpirsyariya xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker rabe.