“Berpirsê cînayetan hikûmet e ku avhewaya tundiyê ava dike”

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bal kişandin ser tundî û qetlîamên li hemberî komên pîşeyî û wiha gotin: “Berpirsê cînayetan hikûmet e ku avhewaya tundiyê ava dike.”

Navenda Nûçeyan- Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, têkildarî qetlîamên parêzer û doktoran ên li Konya û Stenbolê hat jiyîn daxuyaniyeke nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bijîjk Ekrem Karakaya li Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê di encama êrîşa biçek de hat kuştin. Di heman rojê de li Bakirkoya Stenbolê parêzer Servet Bakirtaş û muwekilê wî Oznur Tufan encama gulebarana çek jiyana xwe ji dest dan. Em ji bo Doktor Karakaya û Parêzer Servet Bakirtaş ên jiyana xwe ji dest dane rehmet û ji malbat û civaka tenduristî û hiqûqê re sersaxiyê dixwazin. Em van her du cînayetan û bi taybetî êrîşên sîstematîk ên li dijî kedkarên tenduristiyê bi tundî şermezar dikin.”

“Ji desthilatdariyê cesaret tê girtin”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin êrîş weke dozên edlî nayên penasekirin û bi van gotinan bal kişandin ser polîtîkayên hikûmetê: “Her du êrîş û cînayet jî encama rewşa cinnet a civakî û avhewayê ye ku hikûmetê daye avakirin. Hikûmeta ku di pêvajoya şewbê de bijîjkên ku fedekariyên mezin kir û şert û mercên xebatê yên baştir û jiyanek însanî dixwazin, bigotina, 'hegî diçin bila biçin’ derî nîşan da û bi mudaxele kirina baroyan re pêkanîna erkên parêzeran asteng dike, rasterast berpirsiyar van êrîşan e. Êrîşkaran ji vê helwesta marjînal û tund yê hikûmetê cesaret digirin.

“Em ê têkoşîna xwe bidomînin”

Di daxuyaniya ku bal lê hat kişandin her du bûyer jî nîşaneya kendal û karesatên ku Tirkiye ber bi wê ve tê kişandin e û herî dawî wiha hat gotin: “Êdî heq û luksa tu kesî tune ku van karesatên tên jiyîn temaşe bike tuneye. Mixabin heta ku avhewaya siyasî ya heyî ku cihêkarî, marjînal û rasterast tundiyê avadike neguhere, ne mimkûn e pêşî li bûyerên bi vî rengî yên bi êş were girtin. Bi vê munasebetê em bi lezgînî bang li hemû beşên civakî dikin ku bi lez û bez bibin xwedî helwest, bibin yek û mudaxeleyî pêvajoya heyî bikin. Em wekî HDP’ê li kêleka xebatkarên tenduristiyê û parêzeran bin û ji bo dawî li vê avhewaya tundiyê ya ji aliyê hikûmetê ve hatiye afirandin bimînin, têkoşîna xwe bidomînin.”