Bêrîtan li Şengalê hat bibîranîn
Jinên Şengalê di salvegera 30’emîn a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de bi semîner û belavkirina helawê wê bi bîr anîn.

Şengal - Di salvegera 30’emîn a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de ku yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Jinên Kurd e û damezrînera artêşbûna jinên Kurd e; li Şengalê bi semînerek û belavkirina helawê hat bibîranîn.
Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li meclisa jinan a Sinûnê bi semînerek bi wesîleya salvegera şehadetê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn.
Destpêkê di şexsê Bêrîtan de ji bo ruhê hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Piştre helawa ku Bêrîtan (Gulanz Karataş) jê hez dikir hat belavkirin. Her wiha jinên ciwan li gundê Borik bi belavkirina helaw û wêneyên Bêrîtanê, çalakiya bîranînê li dar xistin.
‘Bi hezaran Bêrîtan hene’
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Rihan Digor ji ajansa me re axivî û got ku bi hezaran kes di nava civakê de bi ruhê Bêrîtanê dijîn û şer dikin û wiha got: “Bi hezaran Bêrîtan di nav civaka Êzidî de hene û şopdarên riya wê ne. Bi hezaran jinên Êzidî ji bo ku nekevin destên dijmin xwe kuştin û teslîmiyet qebûl nekirin. Ev jî ruhê hevala Bêrîtan e, ruhê berxwedaniyê ye. Em heya dawî dibêjn em ê tu car serê xwe ji dijmin re netewînin. Tenê riyeke jiyana me heye ew jî riya berxwedanî ya ku hevala Bêrîtan diyarî me kiriye.”
‘Xeta berxwedaniyê bi jinên Êzidî berdewam dike’
Endama TAJÊ’ê Hediye Hesen jî got: “Îro berxwedaniya ku jinên Êzidî didin diyarkirin sekna berxwedanî ya hevala Bêrîtan e. Di fermanê de jî bi sedan jinên Êzidî di riya hevala Bêrîtan de meşiyan û teslîmiyetê qebûl nekirin, jiyana xwe kirin qurbana ol û baweriya xwe.”