Berendamên xelata "Lêkolîna Zanistî ya Jinê ya Herî Baş" diyar bûn

Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê berendamên xelata "Lêkolîna Zanistî ya Jinê ya Herî Baş" ragihand.

Tûnis – Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê berendamên xelata "Lêkolîna Zanistî ya Jinê ya Herî Baş" diyar kir û 8'ê Hezîranê wek roja dawî ya qebûlkirina dosyayên namzediyê destnîşan kir. Xelata "Lêkolîna Zanistî ya Jinê ya Herî Baş" xelateke darayî ye, ku salane bi boneya pîrozkirina Roja Neteweyî ya Jinên Tûnisê ku dikeve 13'ê Tebaxê, ji baştirîn lêkolîna zanistî ya ku ji hêla lêkolînerên jin ve hatî qedandin re tê dayîn.

Ji bo bûyîna berendama vê xelatê, lêkolînên zanistî divê di nav sê salên dawî de hatibin qedandin û weşandin. Hewceye mijar jî li ser adaptasyona li hember guherîna avhewayê be.