Belavoka “Şehîdên Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî” hat çapkirin
Komîteya Lêkolînên KJAR’ê belavokên ku wêne û navê şehîdên şoreşa “Jin jiyan azadî” li ser bûn bi armanca zindîhiştina navê şehîdên şoreşa jinan belav kirin.

Navenda Nûçeyan - Komîteya Lêkolînên KJAR’ê belavokên ku wêne û nav û nasnameya şehîdên şoreşa “Jin jiyan azadî” li ser bûn belav kir û di wan belavokan de nasname û wêneyên jinên ku bi destên rejîma Îranê hatine qetilkirin hatin belavkirin û hat diyarkirin ku armanca wan ew e navê wan jinan di dîroka şoreşa jinan de bimîne.
Ji aliyê Komîteya Lêkolînan a KJAR’ê ve wiha hat gotin: “Em nikarin bi gotin û nivîsan behsa kesayeta şehîdan bikin lê belê wê navê şehîdên şoreşa “Jin jiyan azadî” her dem di dîrokê de zindî bimîne û jiyannameya şehîdan her çendî kurt be jî di van belovakan de û di dawiyê de ev belavok em pêşkêşî şehîdên şoreşa Jin jiyan azadî dikin.
Armanca me bi van belovakan ew e ku navê şehîdên şoreşa Jin jiyan azadî her dem di dîrokê de zindî bimîne. Ji ber ku hinek ji wan şehîdan navê wan diyar nebûye, nasnameyên wan di belavokan de nehatin nivîsîn.”