Belavbûna vîrosa koronayê û bandora wê li ser jin û zarokan
Têkildarî belavbûna vîrusa koronayê Endama Odeya Emeliyatê ya Heyva Sor a Kurd Medya Xelîl da zanîn ku ji destpêka derketina vîrusa koronayê ve li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heya niha 900 hezar kes bi vîrusê ketine ji wan 375 kesê jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî hezar kes baş bûne.
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Di sala 2020’an de vîrusa koronayê weke her derê li tevahî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî belav bû. Bi alîkariya gel û bi tedbîrên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a herêmê ve ji bo rêgirtina li ber vîrusa koronayê hatin girtin, di dawiya 2020’an de êdî vîrusa koronayê kêm bû. Ji destpêka sala 2021’ê heta niha careke din vîrusa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aktîf bû û bandoreke mezin li ser jin û zarokan kir. Girêdayî mijara belavbûna vîrusa koronayê Endama Odeya Emeliyatê ya Heyva Sor a Kurd Medya Xelîl li ser bandora vîrusê û çawaniya xweparastinê ji me re axivî.
Medya li ser belavbûna vîrusa koronayê û rewşa aktîfbûna vîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, axivî û ev tişt got: “Ji sala 2020’an heta niha weke Heyva Sor a Kurd me gelek tedbîr û biryarên ji bo rêgirtina li ber vîrusa koronayê pêşkêş kirin. Gelê me bi baldarî ev tedbîr pêk dianîn û heya asteke bilind alîkarî hebû. Tevî tedbîrên giran ên me girtin jî bi sedemên cuda vîrus li herêma me jî belav bû gelek kes ji derveyî herêmê dihatin û bi xwe re vîrus dianîn. Di van demên dawî de, vîrusa koronayê dîsa bi rengekî zêde belav bûye di meha Çileyê de hejmara nexweşan kêm bû, di van herdu mehên dawiyê de dîsa vîrus bi rengekî aktîf di civakê de belav bû. Hejmara giştî ya nexweşên vîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dema derketina wê û heya niha gihîşt 900 hezar ji wan 375 kes bi vîrusê jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî hezar kes baş bûne. Bandora vîrusa koronayê li ser tevahî mirovan û bi taybetî li jinan û zarokan jî heye. Piraniya caran vîrûs li zarokan xuya neka lê vîrusa koronayê bi rengekî bi lez ji zarokan derbasî mezinan dibe. Pêwîst e her kes baldar û hişyar be, ji ber careke din vîrusa koronayê jiyana herêmê tehdît dike.”
Hemleyên hişyariya ji vîrusa koronayê
Medya der barê tedbîr û biryarên pêwîst ji bo rêgirtina li ber vîrusê nêrîn da û wiha pêde çû: “Rojane hejmara nexweşan zêdetir dibe. Ji destpêka vîrusa koronayê di nav herêmê de belav bûye û heta roja îro, Heyva Sor hemleyên hişyariyê di civakê de belav dike. Em dixwazin dîsa civaka me bi me re alîkar be, em bi tena xwe nikarin rê li ber vîrusê bigrin, pêwîst e di mijara hişyariyê de her kes berpirsyar be. Niha jî em helmeyên hişyariyê bi riya belavkirina broşur û semîneran belav dikin. Bi rastî em dixwazin dîsa tedbîra qedexeyê derxin lê ji ber rewşa aborî û krîza ku herêm tê de dijî me nikaribû em vê yekê ragihînin. Bi hêviya ku gelê me jî alîkariyê pêşkêş bike û li tenduristiya xwe miqate be.”