Bavnê Dişad bi kamereya xwe xeyalên xwe yê zaroktiyê pêktîne
Bavnê Dilşad ku xeyala wê bû ji bo bîranîna malbata xwe û hevalên xwe wêneyan bikşîne, di 2024’an de ev xelayala xwa pêkanî. Bavnê Dilşad dibêje: “Divê hemû jin li pey xeyalên xwe biçe.”

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Bavnê Dilşad a ji Başurê Kurdistanê jinek ciwan e ku bi kamêreya bavê xwe di temenê zaroktî de heskirina wê ji wênekêşanê re çêdibe, piştre bi riya dimenên kurt û wêneyên bîranên aên malbata xwe dest bi pêkanîna xeyalên xwe yê zaroktî dike. Piştî xwendina xwe ya zanînagehê beşa zimanê Îngilizî li Silêmanî temam dike, di 23 saliya xwe de hewa pêkanîna xeyalên xwe dide. Niha xeyalên xwe pêkaniye û wênekêşiyê dike û hewl dide derfetên kar ji bo ciwanan peyda bike.
‘Wêne kêliyên zêrîn ên jiyana me ye’
Bavnê Dilşad derbarê xweyalê xwe yê wênekêşiyê de wiha dibêje: “Destpêkê min wêne, dîmenên şahîyên yên malbata xwe dikişand. Tirsa windakirina kêliyên xweş bû sedem ku wênekêşî bibe xeyalên min, ji ber wêne kêliyên zêrîn ên jiyana me ye. Li zanîngehê dema xwendekar bûm min wêneyên xwezayê û hevalên xwe û malbata xwe ji bo bîranîn dikêşa. Her çend min ji wênekêşiyê hez dikir jî, min nizanibû ku ez ê rojekê bibim wênekêş. Niha li malê kameraya xwe dihiligirim û li cihan digerim wêneyên ku bala min dikşîne digirim. Bi riya malpera xwe ya medyaya dijîtal parve dikim.”
‘Wênekêşî her çend ji bo jinan zehmet be divê em vê derbas bikin’
Bavnê Dilşad sa zanîn ku ji derveyî xwendina beşa Îngilîzî ya Zanîngeha Silêmaniyê, beşdarî gelek dewreyên perwerdê yên akademîk bûye û wiha got: “Niha li dibistanekê dersa Îngilîzî didim. Piştre li Yekîtiya Wênekêşên Silêmaniyê beşdarî dewreya perwerdê dibim. Dema min wêne dikişand, hevalên min piştevaniya min dikirin û ez teşwîq dikirim ku xwe pêşbixim. Jin di xebatan de rastî gelek zehmetiyan tên, divê jin van astengiyan derbas bikin û li pey xeyalên xwe biçin. Bila guh nedin gotinên civakê ku dibêjin ev kar ê jinane an a mêrane, jin bixwazin kijan karî bikim bila bikin.”