‘Azadiya jinan û gelan bi azadiya Rêber Apo re gengaz e’
Berdevka Meclîsa Jinan a PYD Netewî Xemgîn û Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed bal kişandin ser Mafê Hêviyê û gotin ku azadiya gelan bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga xwe ya 27’ê Sibatê ya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê deriyê serdemekî nû vekir. Bi banga dîrokî re ku rê li ber pêvajoyekî nû vekir, heta niha ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê ve gavên dîrokî hatin avêtin. Lê belê di şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku 27 sal in di pergala îşkence ya Îmraliyê de tê girtin guhertinek çênebû, Mafê Hêviyê ku mafekî zagonî û hiqûqî ye nehat pêkanîn.
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Netewî Xemgîn û Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Remziye Mihemed anîn ziman ku yekane daxwaza jinan û gelan tavilê pêkanîna Mafê Hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Her wiha anîn ziman ku azadiya gelan bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.
‘Projeya Rêber Apo çareseriya hemu pirsgirêkên cîhanê ye’
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Netewî Xemgîn da zanîn ku 27 sal in Rêber Apo di zindanê de ye û wiha got: “27 sal in Rêber Apo têkoşîneke pir mezin raber dike di zindanê de. Ji sala 2015’an ve heta sala 2025’an, tu kesê rewşa Rêber Apo nizanibû. Projeyên Rêber Apo hemû dewletan ji şerê cîhanê yê sêyemîn rizgar dike, hemû neteweyan digihîjîne hev û ji bo çareserkirina pirsgirêkên cîhanê bi tevahî ye.”
Netewî Xemgîn diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê gelek êrîş li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne û wiha got: “Dema dewleta Tirkiyeyê êrîşên xwe yên pir dijwar, li ser Rojavayê Kurdistanê pêk anîn bi riya çeteyên xwe bi taybetî êrîşeke pir mezin bir ser Bendava Tişrînê, berxwedaniya Bendava Tişrînê bû hêzeke pir xurt. Armanca dewleta Tirkiyeyê ji van êrîşan têkbirina fikir, raman û sîstema Rêber Apo bû.”
‘Bang dîrokî ye’
Netewî Xemgîn wiha domand: “Rêber Apo dît ku Rojhilata Navîn ber bi xeteriyek mezin ve diçe, rewşa Elewî û Durziyan jî li ber çavan bû. Ji ber vê Rêber Apo xwest alternatîfek ji bo hemû dewletan çêbike. Rêber Apo got şer pir hêsan e her kes dikare şer bike lê ya girîng ew e aştî pêk were. Ji bo vê banga Rêber Apo di 27’ê Sibatê de, bangekî pir stratêjîk û dîrokî bû. Rêber Apo bang kir ku pêwist e aştî çêbibe, Rêber Apo xwest PKK xwe fesh bike. Rêber Apo gav avêt pêwist e dewleta Tirkiyeyê jî gav bavêje. Rêber Apo PKK’ê ava kir lê guhertineke bi cesaret kir.”
‘Daxwaza hemû jinan ew ku li derdora fikrên Rêber Apo kom bibin’
Netewî Xemgîn da zanîn ku nêzî salek di ser banga aştî û civaka demokratîk de derbas bûye û wiha got: “Nêzî salek e pêvajoyek heye lê hê jî Rêber Apo Azad nebûye. Komîsyona ku dewleta Tirkiyeyê ava kir gavekî baş bû. Bexçelî dibêje bila Rêber Apo were parlamentoyê biaxive lê dewleta Tirkiyeyê derfetê nade Rêber Apo ku were parlamentoyê biaxive. Pêwist e derfetên zagonî werin avakirin. Gav pir giran tên avêtin ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve. Xwesteka hemû jinan ew ku li derdora fikra Rêber Apo kom bibin. Rêber Apo tenê azadiya jinan da pêş, ji bo vê sedsala 21’ê sedsala azadiya jinan e. Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e û azadiya jinan azadiya Rêber Apo ye.”
Êrîşên ku li ser Kurdistanê tên meşandin
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Remziye Mihemed diyar kir ku bi hatina rêveberiya demkî rewşa Sûriyeyê xerabtir bûye û wiha got: “Banga Rêber Apo, ji bo aştî çareserî û avakirina civaka demokratîk e. Ji ber ku herêm bi giştî di asta Rojhilata Navîn de, di nava şerekî de ye û di aloziyê de ye. Êrîşên ku li ser Kurdistanê tên meşandin, bi destekdayîna dewleta Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî yên ku vî şerî didin meşandin e. Ev salek e rejîma Baasê hat hilweşandin lê bi hatina HTŞ’ê, wekî komên çeteyan Sûriyeyê birêve dibin.”