Ayşegul Dogan: Komîsyon, mecbûr e rêyeke hevdîtina bi birêz Ocalan re bibîne

Ayşegul Dogan, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re gotiye “Tiştên girîng ku ji komîsyonê re bibêjim hene” û wiha got: “Komîsyon, mecbûr e rêyeke hevdîtina bi birêz Ocalan re bibîne. Ev pêwîstiyek e.”

Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî rojevên duh di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de hatine nîqaşkirin, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.

Ayşegul Dogan, di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku di civîna wan a MYK’ê de gelek mijar hatinê nirxandin. Ayşegul Dogan, di serî de bal kişand ser zextên ser partiyên muxalîf û got: “Mixabin, muxalefet her roj bi rewşeke nû re rû bi rû dimîne. Li Tirkiyeyê, operasyonên siyasî bi salan e mijara herî zêde tê axaftin. Em bi rewşeke derveyî hiqûqê re rû bi rû ne.”

Ayşegul Dogan, sepana qeyûm bi bîr xist û weke “derbeya li dijî vîna gel” nirxand. Ayşegul Dogan, wiha got: “Me her tim got ku zîhniyeta qeyûman zîhniyeteke xirab e. Ev ne meseleya parastina CHP’ê ye, ev meseleya ewlehiya hiqûqî, parastina pergala hilbijartinê û siyaseta demokratîk e.”

‘Komîsyon divê rêyekê ji bo qada siyasî veke’

Ayşegul Dogan, di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku komîsyona li meclise hatiyê avakirin divê rê li ber demokratbûnê veke û ev tişt gotin: “Di vê pêvajoyê de hûn qeyûm li kongreyên partiyan jî tayîn bikin, ev yek pirsan çêdike; ‘Gelo ev gavên demokratîkbûnê bêwate ne?’ Divê ev pirs neyên pirsîn. Komîsyon divê rêyekê ji bo qada siyasî veke. Dadgeh bi salan e tenê wekî amûreke siyasî tê bikaranîn. Em hewl didin vê yekê biguherînin. Dadgeh divê hiqûqê biparêze. Lê di vê dema ku em li benda firehbûna qada siyasî ne, ev kiryarên qeyûman li dijî demokrasiyê ne. Komîsyon divê vê qada teng a siyasî fireh bike.”

‘Komîsyon, mecbûr e rêyeke hevdîtina bi birêz Ocalan re bibîne’

Di berdewamê de Ayşgul Dogan, destnîşan kir ku divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Komîsyon divê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Komîsyona li Meclisê divê cidî nêz bibe. Em weke DEM Partiyê girîngiya vê komîsyonê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê destnîşan dikin. Lê divê ev komîsyon bi muxatabên esasî, wekî birêz Ocalan, hevdîtinê bike. Birêz Ocalan dibêje, ‘Tiştên girîng hene ku ez ê ji komîsyonê re bibêjim’ û dixwaze rasterast bi wan re biaxive. Em careke din bang dikin, divê komîsyon zû rêyekê ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re veke. Ev hem hewce ye, hem jî wekî xwezaya çareseriya pevçûnan jî pêwîst e.”

Ayşegul Dogan, anî ziman ku Abdullah Ocalan ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re gotiye “Tiştên girîng ku ji komîsyonê re bibêjim hene” û wiha axivî: “Komîsyon, mecbûr e rêyeke hevdîtina bi birêz Ocalan re bibîne. Ev pêwîstiyeke. Divê wisa be. Anku heke hûn bi xwazin bi awayekî xwezayî pêş bikeve, divê hûn rê bidin rêberekî bi sala ye ji bo çareseriyê, aştiyê û zemîneke siyasî û hiqûqî tevdigere. Birêz Ocalan bi qasî giravekî dûr e lê li vir nîqaşên cuda tên kirin. Em vê rast nabînin û divê teqez bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”

‘Gel dibêje ‘Ji şer re na. Ji qetlîaman re na. Ji ji înkarê re na!’

Ayşegul Dogan, diyar kir ku ji bo Koma Aştî û Civaka Demokratîk a çekên xwe şewitandin bikarin daxilî siyaseta demokratîk bibe, hewceye gav bên avêtin û wiha pê dê çû: “Birêz Bahçelî salek berê got, ‘Bila Ocalan were Meclisê biaxive, bila mafê hêviyê jê re bê dayîn.’ Lê piştî salekê, çi pêş ket? Ev kelecanî divê di qirikê me de nemîne. Birêz Bahçelî, serokkomar, birêz Kurtulmuş, hûn ê çawa vê koma aştiyê têxin nav siyaseta demokratîk? Divê her kes bersiva vê pirsê bide. Gel dibêje ‘Ji şer re na. Ji qetlîaman re na. Ji ji înkarê re na!’ Ev daxwaza aştiyê ya civakê ye. Divê ev deng bê bihîstin. Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Divê ev bêdengî mayînde be. Divê Tirkiye ji bo aştiya mayinde gavan biavêje.

‘Ev ji bo ewlehiya Tirkiyeyê jî firsendek e’

Zimanê li dijî destkeftiyên Kurdan divê bê terikandin. Em dibînin ku YPG, PYD û HSD wekî gef tên nîşandan. Ev ziman tenê nakokî û bêbaweriyê çêdike. Divê ev ziman bê terikandin. Kurd, li ku dibin bila bibin, gef nînin. Lê ji bo yekitiya Tirkiyeyê firsend in. Tirkiye divê bi rêveberiya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê re têkiliyên baş deyne û mafên wan biparêze. Ev ji bo ewlehiya Tirkiyeyê jî firsendek e.”

‘Hevserokên me yên giştî dê biçe Îmraliyê’

Di dawiya axaftina xwe de jî Ayşegul Doganê da zanîn ku hefteya pêş dê şandeyeke ku Hevserokên Giştî û endamên MYK’ê jî tê de cih digirin biçe serdana Girava Îmraliyê û got: “Weke DEM Partiyê, em amadekariyê dikin ku şandeyeke hevserokên me yên giştî û endamên MYK’ê jî tê de cih digirin, hefteya pêş biçe serdana birêz Ocalan.”