Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li bendê ne ku pêşketinên girîng çêbin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da xuyakirin ku desteyên li qadan ji bo bêçekkirinê dixebitin, got ^Em li bendê ne ku di rojên pêş de pêşketinên girîng çêbin” û bal kişand ser başkirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û têkildarî geşedanên rojevê nirxandinên girîng kirin. Ayşegul Dogan bal kişand ser pêvajoya nû, polîtîkayên demokratîkbûnê, ewlehiya dibistanan û tekez kir ku divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin.
Parastina mafên zarok û xwendekaran
Ayşegul Dogan bi bîrxistina êrîşa çekdarî ya li Manîsayê ya li dijî dibistanekê dest bi axaftina xwe kir, ji malbatan ser sersaxî û ji xwendekarên birîndar re şîfa xwest û bertek nîşan da. Wê xwest ku ji bo pêşî li bûyerên bi vî rengî bê girtin tedbîrên pêwîst bên girtin. Berdevka DEM’ê diyar kir ku tevî bûyerên li Mereş û Sêwregê jî pêk hatin hê ewlehiya dibistanan pêk nehatiye û got ku divê ev êrîş bi hûrgulî bê lêkolînkirin û heke xemsarî hebe, divê demildest lêpirsîn bê destpêkirin.
Pêvajoya aştî û çareseriyê
Ayşegul Dogan diyar kir ku di serdema ku derbas dibe de ji bo hemû qadan pêdivî bi demokratîkbûyînê heye û li hemû qadên jiyanê rizîbûnek heye. Ayşegul Dogan destnîşan kir ku yek ji mijarên sereke yên civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiya wan, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû û ev tişt anîn ziman: “Qanûna çarçoveyî ji bo bidawîbûna pêvçûnan gavê yekem bû. Herî dawî heyeta DEM Partiyê bi birêz Ocalan re hevdîtinek kir. Ew hevdîtin piştî yasaya çarçoveyî hevdîtina yekem bû. Heyeta me daxuyaniyek jî da. Em di rojên pêş de ji bo bêçekkirinê li benda geşedanên nû ne. Yanî desteyên hatine avakirin li qadan ji bo bêçekkirinê xebatên xwe dikin. Birêz Ocalan jî divê di koordînatoriya bêçekkirin û siyasetê de dikaribe bi rola xwe rabe. Divê statuya birêz Ocalan bi cih were û şert û merc bên başkirin.”
Ayşegul Dogan da zanîn ku Desteya Şopandinê ya ji bo yasayê hatiye avakirin civîna xwe ya yekem pêk aniye û 4 desteyên jêrîn jî hatine avakirin. Lê belê, Ayşegul Dogan destnîşan kir ku hê jî di van desteyên jêr de kî cih bigre bi raya giştî re nehatiye parvekirin û wiha got: “Weke DEM Partiyê em dibêjin divê ew deste bi hev re bi awayekî kordîneyî bixebitin û kî di van desteyan de cih bigre divê ji raya giştî re bê parvekirin.”
Girîngiya yasayên demokratîkbûnê û Meclîs
Ayşegul Dogan anî ziman ku piştî vebûna Meclîsê ya di 1ê Cotmehê de divê Desteya Çavdêriyê ya Meclîsê jî bê avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jî amadekariyên xwe dikin. Li gorî yasaya çarçoveyî divê Desteya Çavdêriyê bê avakirin. Piştî Meclîs vebû divê ew deste bê avakirin. Divê bi temsîlkirineke adil ew deste bê avakirin. Divê her gaveke ku bê avêtin gava beriya wê temam bike. Helbet ya girîng demokratîkkirin e. Ji ber ku li gorî rapora Komîsyona Meclîsê divê piştî yasaya çarçoveyî yasayên demokratîkbûnê bikevin meriyetê. Divê darazeke serbixwe pêk were û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih bên.”
Pêngavên nû yên civakî û polîtîkaya ziman
Di berdewama axaftina xwe de, Ayşegul Dogan ragihand ku di serdema nû de dê partiya wan bi beşên cuda yên civakê re civînên xwe bidomînin û wiha got: “Hevserokên me îro bi saziyên Elewiyan re civiyan. Em ê bi beşên cuda yên civakê re jî civînekê li dar bixin. Divê di vê pêvajoyê de peyamên birêz Ocalan bi raya giştî re bên parvekirin û şert û mercên hevdîtinê bi siyasetmedar û rojnamegeran re pêk werin û ev yek divê ji aliyê hiqûqî ve jî bê mîsogerkirin. Divê zimanê heyî jî biguhere û hemû kes zimanekî nû bikar bîne. Ev zimanê negatîf û dijber bandoreke neyînî li ser civakê dike. Divê em hewl bidin zimanekî nû û bi berpirsyariya xwe rabin.”
'Divê derfetên yasayî û ragihandinê ji birêz Ocalan re bên peydakirin’
Ayşegul Dogan bal kişand ser nîqaşên di demên dawî de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got: “Di vê pêvajoyê de hin nîqaş jî hene; bi taybetî di derbarê birêz Ocalan de. Rastiya ku birêz Ocalan roleke rêberiyê ya bi bandor dilîze, êdî ji bo me hemûyan tê zanîn. Ev mijarek e ku bi salan e li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin, lê di salên dawî de, hêza wî ya rêberiyê, bandor û gihîştina wî ji bo her kesî eşkere bûye. Ji ber vê yekê, me careke din girîngiya dabînkirina rêbazên ku birêz Ocalan rasterast ramanên xwe bi raya giştî re parve bike, wekî ku gelek caran hatiye gotin, di nav de ragihandin bi rojnamevanan, komên civakî yên cûda, parêzvanên mafên mirovan, siyasetmedaran, akademîsyenan - her kesê ku ew dixwaze bi wan re hevdîtin bike - û afirandina şert û mercên pêwîst ji bo ku ev pêvajo bi bandor bixebite, tekez kir. Em dizanin ku sazkirina vê yekê li ser bingehek vekirî, zelal û yasayî çiqas girîng e. Me ev yek bi hev re ceriband.”
Ayşegul Dogan di dawiya gotinên xwe de ragihand ku zimanê ku di vê dawiyê de tê bikaranîn ne tenê li ser Abdullah Ocalan e û wiha got: “Me gelek çavdêrî li ser hewcedariya guhertina zimanê ku bi gelemperî tê bikaranîn kirine. Lê belê çavdêrîkirin têr nake. Em hewceyê hevokên nû, peyvên nû ne. Ev hewcedarî tenê bi hewldanek hevpar ji bo afirandina vî zimanê nû dikare bê peydakirin. Li şûna van hişyariyan, em dixwazin di hewldana afirandina vî zimanê nû de werin cem hev. Ji ber vê yekê, em dubare dikin: Mijareke girîng a dîrokî wekî aştî divê bi zimanek berpirsyar ê li ser bingeha rastiyê were çareserkirin, ne bi buxtan, spekulasyon û manîpulasyonê.”