130 malbatên din vegeriyan Şengalê

Îro 130 malbatên koçberên Şengalê ji kampa Keberto ya parêzgeha Dihokê vegeriyan ser warên xwe.

Navenda Nûçeyan- Vegera gelê Şengalê ya li warê xwe berdewam dike. Wezarata koç û koçberan a Iraqê biryar dabû ku kampên koçberan ên li Başûrê Kurdistanê bigrin û koçber vegerin warê xwe û ji bo wê dem diyar kiribû lê bi mudaxeleyên PDK’ê ew dema ku hatibû veqetandin hat dirêjkirin û biryar hat dayîn ku heta 30’ê Tîrmehê kamp bi temamî werin valakirin. Îro 130 malbatên din vegeriyan Şengalê.

Malbatên ku vegeriyan warên xwe, li tevahiya gund û komalgehên Şengalê bi cih bûn û Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi hemû hêza xwe ji bo dabînkirina pêwistiyan serferber bû.

Piştî parêzgeha Silêmaniyê ji koçberên Şengalî hat valakirin û koçber vegeriyan warên xwe, yên Parêzgegha Duhokê jî dest bi vegerê kirin û îro130 malbat vegeriyan û zêdeyî 600 malbatên din jî wê di nava du rojan de vegerin.

Li gorî agahiyên ji kesên di kampan de hatine girtin ger dosyaya wan bi lez hatibûya amadekirin, heya beriya salvegera 10’emîn a fermanê wê kesek di wan kampan de nemaya lê PDK’ê gelek astengî derxistin da ku beşeke mezin ji wan koçberan di nava wan kampan de bihêle.